Dorpêça li ser taxên Kurdnişîn ên Helebê berdewam e

06-12-2023
RÛDAW
Sûriye: Dorpêça taxên Kurdnişîn ên Helebê berdewam e
Sûriye: Dorpêça taxên Kurdnişîn ên Helebê berdewam e
Nîşan Şêx Meqsûd Eşrefiye Dorpêçkirin Hikûmeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê di dorpêça xwe ya li ser taxên Kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê her wiha li ser Şehbaya Helebê berdewam e.

Di encama dorpêça Hêzên Hikûmeta Sûriyeyê de, gelek pirsgirêkên jiyanî û xizmetguzariyê derketine.

Hevserokê Şaredariya Gel a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Mihemed Emîn ew dorpêç weke dorpêçeke siyasî bi nav kir û got ku ev planeke di navbera Hikûmeta Sûriye û Tirkiyeyê de ye.

Hevserkê Şaredariya Gel destnîşan kir ku heger ev dorpêç berdewam bike dê rewşa mirovî û xizmetguzariyê ya her du taxan xirabtir bibe.

Li wan taxên Kurdnişîn Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û li herêma Şehbayê bêhtirî 200 hezar Kurd ên koçberên Efrînê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst