Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzidiyan kir

06-03-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mîr Hazim Tehsîn Beg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mîrê Êzidiyan kir û di hevdîtinê de rewşa Kurdên Êzidî yên li kampên penaberan, Şingal û derveyî welat gotûbêj kirin. Nêçîrvan Barzanî teqez kir ku proseya rizgarkirina Kurdên Êizdî yên ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin berdewam be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Duşemê 6ê Adaara 2023an pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê her du aliyan tekezî li ser giringiya berdewamiya guhdana rewşa Êzidiyan û cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo asayîkirina rewşa Şingalê kirin, da ku xelkê deverê bikaribin vegerin Şingalê ji bo jinûve avakirina Şingalê û herêmê bi giştî cîhan, Herêma Kurdistanê û Iraq alîkariya wan bikin.

Nêçîrvan Barzanî dubare kir ku li ser berdewamiya piştevaniya Êzidiyan û parastina mafên wan li Iraq û Herêma Kurdistanê bimîne ku proseya rizgarkirina revandiyan û eşkerekirina çarenivîsa wan dê berdewam be û çi pêwîst be ji bo rizgarkirin û piştevanîkirina wan, dê were kirin.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg jî spasiya xwe û ya Êzidiyan ji bo piştevanîkirin û alîkariya berdewam, bi taybetî hewlên wî bo rizgarkirina revandiyên Êzidiyan û berevaniya mafên wan li Nêçîrvan Barzanî kir.

Encamên serdan û hevdîtinên vê dawiyê yên Mîrê Êzidiyan bi Papa û rayedarên welatên Ewropa, Iraq û navçeyê mijareke din ê hevdîtinê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst