Li kampa Holê agir derket: 5 kon şewitîn

06-03-2022
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Heseke Agir Kon Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li kampa Holê ya li Heseka Rojavayê Kurdistanê agir derket û di encam de 5 kon şewitîn.

Li gorî medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser, di beşa 5an a kampa Holê de ji ber sobeyeke gazê agir derket û 5 kon dane ber xwe.

Li gor zanyariyan tîmên agirvemirdaninê karîn agir kontrol bikin û rê li ber berferhbûna wê bigirin.

Di encama bûyerê de 5 kon şewitîn ku konên koçberên Sûrî bûn.

Li gor çavkaniyên xwecihî di encama agir de ti ziyaneke canî nebûye.

Ji detpêka vê salê ve 2 şewat li kampa Holê a li Rojhilatê Hesekê çê bûn û di encam de jinek û zarokek û 3 kesên din canê xwe jidest dan.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat  hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in.  77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst