Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Şera ya Efrînê 220 darzeytûn birîn

06-02-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Şera Darzeytûnên li Efrînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên du grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve li nahyeya Şera ya Efrînê 220 darên zeytûnan birîne.

Çavkaniynên Xwecihî belav kirine ku çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye û Sultan Murad ên ser bi Tirkiyê ve, bêtirî 220 darên zeytûnan li nahyeya Şera ya Efrînê birîne.

Li gor agahiyan, ji darzeytûnên ku ji aliyê çekdaran ve hatine birîn, 90 dar li devera Qere Cirne bûne ku yên hemwelatiyekî ji gundê Matîna ne, herweha 130 darên din li ser rêya giştî ya Qere Cirne ku yên hemwelatiyekî ji gundê Helûbiyê ne.  

Ji aliyekî din ve, hinek çavkaniyan belav kirine ku Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, gundên Xirbet Şeale û Bêlûniyê li Şehbayê topbaran kirine û zêdetir ji 20 top li wan gundan ketine xwarê.

Heman çavkaniyan ragihandine ku droneke Artêşa Tirkiyê li gundê Bêlûniyê li Şehba ketiye xwarê, lê ew yek bi femrî nehatiye piştrastkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst