Efrîn: Grûpên çekdar dîsa dest danî ser darzeytûnên Kurdan

05-04-2024
RÛDAW
Efrîn: Çekdaran dîsa dest danî ser darzeytûnên Kurdan
Efrîn: Çekdaran dîsa dest danî ser darzeytûnên Kurdan
Nîşan Efrîn Darzeytûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê dest danî ser darzeytûnên gundên Basût, Birc Ebdalo, Feqîra û Qujîmayê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê grûpa çekdar a bi navê Sultan Murad ku Ebû Welîd El-Ezî rêbertiya wê dike, grupa Emşat û Hemzatê dest danî ser zeviyên darzeytûnê yên welatiyên Kurd.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re eşkere kir ku grûpên çekdar, bi rêvebirên navçeya Şeran û Bilbilê re civiyane.

Wan ji muxtaran re gotiye ku êdî xelk nikare darzeytûnên xizmên xwe rakin, ew wekaletên wan qebûl nakin û rakirin û danîna mûsima darzeytûnan êdî di destê wan de ye.

Çalakvanê ji Efrînê Mistefa Şêxo li ser mijarê ji Rûdawê re got:

“Grupên Hemzat û Emşatê li gundên di bin kontrola wan de ne yên wekî Basût, Birc Ebdalo, Feqîra, Qujîma û li hemû gundên Çiyayê Heyştiya û Dargirayê beriya çend rojan biryar da ku wekaletên hatine çêkirin dê werin betalkirin.

Ev grup dê dest dayînin ser zevî û baxçeyên welatiyên Kurd ên li derveyî Efrînê.”

“Grûpên çekdar dest danî ser mal û darên xelkê”

Mistefa Şêxo herwiha da zanîn:

“Grûpa Sultan Murad û grûpên din, wekalet hebin yan jî nebin ferq nake dest danî ser bi milyonan darzeytûnên xelkê û bi zorê darzeytûnên Kurdan ji bo 2 salan bi kirê didin.

Ji gundê Meydanê, heta gundê Kusatê gelek dar rakirine û li cihê wan, ceh û genim, nok û nîsk çandine.

Welatiyên Kurd ji wan re dixebitin. Wan ji sedî 50yê mûsima zeytûnan ji xelkê stand. Xelkê bi rêya wekaletan darên nas û kesên xwe diajot.

Wan herwiha dest danî ser mal û xaniyên xelkê jî. Bi zorê xaniyên xelkê ji wan distînin. Dema ku kesek vegere Efrînê, gundê xwe, ser hewşa xwe, bi pereyan hewş û mala wî difiroşin wî.”

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst