Li Efrînê 200 darzeytûnên cotkarên Kurd hatin birîn

5 demjimêr berê
Hisên Omer
Nîşan Efrîn Kurzêlê Darzeytûn Emşat Erebên Hawirde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Kurzêlê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê çekdarên Emşat û erebên hawirde 200 darzeytûnên 3 cotkarên Kurd birîne.

Çavkaniyeke ji gundê Kurzêlê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku 100 darzeytûnên welatiyê bi navê Hesen Henan Hesen Hemo hatine birîn.

Her wiha 50 darzeytûnên her yek ji welatiyên bi navê Esed Mehmûd û Fewzî Ebdo hatine birîn.

Çavkaniya taybet bi Rûdawê got jî darzeytûnên gundê Kurzêlê ku li di bin destê Emşatê de ye ji kokê ve hatine birîn.

Heman çavkaniyê da zanîn ku diyardeya diziya pez û ajelan jî ji aliyê çekdar û Erebên hawirde ve derketiye û tenê li gundê Kurzêlê 17 serî pezê çend gundiyan hatine dizîn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Nûçegihanên Rûdaw xelatên xwe wergirt / Wêne: Rûdaw

GGCyê 3 xelat dan nûçegihanên Rûdawê

38emîn Merasîma Xelatkirina Rojnamegerên Serkeftî ya Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat hat lidarxistin