Abdullah Zeydan hat berdan

06-01-2022
RÛDAW
Nîşan Abdullah Zeydan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPê Abdullah Zeydan ku ji 2016an ve di zindanê de bû îro hat berdan.

Li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îro rûniştina doza parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Zeydan birêve çû û di encama wê rûniştinê de heyeta dadgehê biryara azadkirina Abdullah Zeydan da.

Piştî biryara dadgehê Abdullah Zeydan ku ji 4ê Mijdara 2016an ve girtî bû, ji zindana Xarpetê derket ku ji Edîrneyê bo wê zindanê hatibû veguhestin û parlamenterên HDPê Remzîye Tosun, Alîcan Onlu û hejmareke berpirsên din ên HDPê li ber deriyê zindanê, pêşwazî li Zeydan kirin.

 

 

HDPê jî bi Kurdî peyamek belav kir û ragihand, “Parlementerê me yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, ku ji 5 salan zêdetir bû wek rehîne hatibû girtin, ji zindanê derket. Bi xêr hatiye. Têkoşîna me ya ji bo azadiyê, berxwedana me ya li dijî bêedaletiyê didome.”

Parlamentera HDPê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî wêneyê Zeydan ê piştî derketina ji zindanê belav kir û bixêrhatin lê kir.

 

 

Parlamenterê berê yê HDPê yê Abdullah Zeydan roja 4ê Mijdara 2016an li li gel hejmareke parlamenter û Hevserokên berê yên HDPê hatibû girtin û ji wê demê ve di zindanê de ye.

Bi tometa “alîkarî û propagandaya rêxistinê” 8 sal û mehek û 15 roj ceza li Abdullah hatibû birîn, lê Dadgeha Bilind a Cezayê, ev biryar hilweşandibû.

Piştî ku cezayê wî hatibû hilweşandin, doza Abdullah Zeydan ji nû ve hatibû dîtin û îro biryara azadkirina wî hat dayîn û ji zindanê derket.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst