Serokê CHPyê li Amedê beşdarî şînekê bû

30-12-2024
RÛDAW
Nîşan CHP Ozgur Ozel Amed Mehmet Kaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel çû parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kir û beşdarî şînekê (taziye) bû.

Serokê CHPyê Ozgur Ozel roja Yekşemê 29ê Kanûna 2024ê piştî parêzgeha Meletiyê serdana Amedê jî kir.

Ozgur Ozel li Meletiyê beşdarî şîna bavê Parlamenterê CHPyê yê Meletiyê Veli Agbaba bû û piştre derbasî bajarê Amedê bû.

Ozel li Amedê jî beşdarî şîna dayika Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya bû.

Dayika Mehmet Kaya, Hayriya Kayayê berî 3 rojan canê xwe ji dest dabû û şîna wê li Amedê hatibû danîn.

Alîkarê Serokê CHPyê Burhanettîn Bulut, Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û Parlamenterê Enqerê Umut Akdogan li gel Ozgur Ozel beşdarî şînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst