Wezareta Karên Navxwe li ser teqîna li Enqereyê: Yek ji wan endamê PKKyê ye

02-10-2023
Nîşan Enqere Teqîn Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li ser teqîna doh a li Enqereyê daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê da zanîn, yek ji wan 2 kesên ku êriş kiriye endamê PKKyê ye.

Doh li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişek hatibû kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, doh li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Li aliyê din, HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê, li ser êrişê daxuyaniyek da û wiha got:

Wezaretê destnîşan kir ku nasnameya yekî wan hatiye tesbîtkirin û ew “endamê PKKyê ye.”

Li gorî heman daxuyaniyê, xebatên tesbîtkirina nasnameya kesê din jî didomin.

Li aliyê din, hat diyarkirin ku tedawiya her du polîsên birîndar berdewam dike.

Wezaretê got, “Otomobîla ku di êrişê de hatiye bikaranîn a beytarê bi navê Mîkaîl Bozlagan e.”

Li gorî daxuyaniyê Bozlagan li navçeya Develiyê ya Qeyseriyê hatiye kuştin û otomobîla wî di êrişê de hatiye bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst