Teqîna li Enqereyê: Kê çi got?

02-10-2023
Nîşan Enqere Teqîn HPG
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Doh li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê êrişek hatibû kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, doh li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê destnîşan kir ku nasnameya yekî wan hatiye tesbîtkirin û ew “endamê PKKyê ye.”

Li gorî heman daxuyaniyê, xebatên tesbîtkirina nasnameya kesê din jî didomin.

HPG

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê PKKyê yê çekdarî ye, da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.

Li gorî daxuyaniyê “Rojhat Zîlan” û “Erdal Şahîn” ev êriş pêk aniye.

Herwiha hat ragihandin ku ev êriş ji bo “Axîn Mûş”ê hatiye kirin.

Hulya Demîrera bi nasnavê “Axîn Mûş”, li Amedê canê xwe ji dest dabû.

HPGyê di daxuyaniya xwe de cih da van îfadeyan:

“Îro derdora saet 09:30î de tîmeke me ya girêdayî Tabûra Nemiran li dijî avahiya Wezareya Karên Navxwe ya Tirkiyeyê çalakiyeke fedayî pêk anî.

Ev çalakî bi taybet di roja vekirina Meclîsê de, li cihekî nêzî Meclîsê hat kirin. Wekî ku dihat plankirin bêyî astengî pêk hat. Ev çalakiya fedayî gihişt armanca xwe.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Pêşewa Hewramanî, “êriş şermezar kir” û got:

“Herêma Kurdistanê tim li dijî çalakiyên tundî û terorê ye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê

Serokatiya Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê ev êriş şermezar kir.

Serokatiyê di daxuyaniya xwe de got:

“Teror û tundî tehdîdeke cidî ye ku aramî û ewlehiya herêmê dixe metirsiyê.”

Partiya Çepên Kes

Partiya Çepên Kes têkildarî êrişê got ku “Êrişa li dijî Wezaretê nayê qebûlkirin.”

Partiya Çepên Kesk, di daxuyaniya xwe de û bertek nîşanî êrişê da.

Hevseroka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçarê diyar kir ku “Ev êriş nayê qebûlkirin” û got:

“Em siyaseteke demokratîk didin meşandin û wekî tê zanîn em li dijî hemû cûre tundiyan in. Em têkoşîna aştî û welatekî aram didin.”

Îraq

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îraqê Ehmed es-Sehaf êriş şermezar kir û got, “Em bi hikûmeta Tirkiyeyê û gelê wê re ne.”

Azerbeycan

Wezareta Karên Navxwe ya Azerbeycanê êriş şermezar kir û peyama piştgiriyê da Tirkiyeyê.

NATO

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku ew êrişê şermezar dike û da zanîn ku “NATO piştgiriyê dide Tirkiyeyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst