Îlam: 2 kes ji ber Newrozê hatin desteserkirin

05-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îlam Newroz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kes ji ber ku beşdarî pîrozbahiyên Newrozê yên li Melekşahê bûne ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê welatiyên bi navê Ferec Ersen û Kameran Badbirût ên ji navçeya Melekşaha Îlamê, ji ber beşdariya pîrozbahiyên Newrozê yên roja 27 Adarê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Heta niha rêveberî û dadgeha parêzgeha Îlamê derbarê desteserkirina wan 2 welatiyan de ti daxuyanî belav nekirine.

Hunermendê Îlamî Mihemed Ebaszade yê 35 salî jî dema ku ji pîrozbahiya Newrozê vedigeriya li kolanên Melekşahê hatibû desteserkirin.

Roja 27ê Adarê li navçeyên Melekşah, Karizan û Sîrwanê yên parêzgeha Îlamê pîrozbahiyên Newrozê hatin sazkirin û bi hezaran welatî tê de beşdar bûn.

Dîmenên pîrozbahiyên Newrozê yên li parêzgeha Îlamê li torên civakî jî gelekî belav bûbûn.

Îsal li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî berfireh pîrozbahiyên Newrozê ji aliyê xelkê ve hatin lidarxistin û bi hezaran welatî beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst