Hewlêr: 8 karkerên Sûrî di bin banê avahiyekê de man û birîndar bûn

05-04-2023
Helebja Sadon
Hewlêr: 8 karkerên Sûrî di bin banê avahiyekê de man û birîndar bûn
Hewlêr: 8 karkerên Sûrî di bin banê avahiyekê de man û birîndar bûn
Nîşan Hewlêr Karker
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berî 2 rojan 11 karker di dema kar de, banê avahiyê ku seb dikirin di bin wan de herifî û di encamê de her 11 karker jî birîndar bûn.

8 ji wan karkeran, xelkê gundewarê Şamê ne û nêzîkî 3 salan e li Hewlêrê kar dikin û hemû jî mirovên hev in.

Mihemedê ku karker hemû li Hewlêrê li hev kom kirine, dibêje wan berî niha jî heman kar kiriye lê yekem car e ew rastî rûdaneke bi vê rengî tên.

Reng e ji ber rewşa xwe ya tendirustî, êdî qet nikaribe careke din vegere ser karê xwe. Berî 3 salan ji Şam a paytexta Sûriyê berê xwe da Hewlêrê ji bo kar. Ji karker bo karê belênderiyê lê yekem car e rastî rûdanekî di nava kar de tê ku di encamê de ling û pişta wî şikiyane.

Biryar bû piştî 2 mehên din jiyana hevjîniyê pêk bîne lê diyar e ew plan paş ket.

Mihemed Elî Eyûb got, “Me nêzîkî 5 ban her bi wî rengî amade kirine lê belkî blokek di bin de ruxa yan jî stûnek di bin de herifî. Her kesê ku ji kar fêm bike, dizanê eger stûnek ket, hemû tê xwarê.”

Mihemed li gel 10 karkerên din li dema kar li Bazara Spî ya Hewlêrê, ban di bin wan de diherife. Mehmûd ê 22 salî jî di heman rûdawê de bû. Îro neştergeriya birbira pişt bo wî hate kirin. Piştî vê rûdanê, êdî qet nikare tu karên giran bike.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Kar û Desteberî Civakî, di her rûdanekê de, Komîteya Tendirustî ya Pîşeyî li Wezareta Kar dûçûna wê rûdanê dike û piştre raporta wan diçe dadgehê ji bo ku karên yasayî beramberî xwediyê kar were wergirtin lê bi rengekî giştî kêm karkerên biyanî navên xwe li cem wan tomar dikin.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Kar û Desteberiya Komelayetî Nizmî Musa anî ziman, “Eger navê xwe li cem me tomar bikin, helbet hemû rêkarên yasayî beramberî wan tê wergirtin lê cihê daxê ye ku navê xwe li cem me tomar nekirine, lewma tu maf ji bo wan dernakeve.”

Hecî Rehman, belênderê sereke ye di wê projeyê de ku herifiye. Bi gotina wî, wî girêbest li gel belênderên xwe hene ku ew berpirs bin di ber her rûdaneke ji nişka ve.

Belênder Rehmen Ezîz got, “Min hemû belênderên xwe pencemor kirine ku her rûdanek çêbe, ew berpirs in. Her tişta min ji bo wan kirî, wek karekî mirovî min kiriye, ji ber ku wan tu maf li gel min tune ye. Her diviya ew pereyên hesin û çîmentoyê jî bidin min lê pêwîst nake û min ew pere navê.”

Li gor Sendîkeya Karkerên Kurdistanê, tenê sala borî 41 rûdanên kar li cem wan hatine tomar kirin lê hejmar ji vê yekê zêdetir e. Sedem jî xemsarî û pabendnebûn bi mercên tenduristiyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst