Galeriya wêneyan

13-07-2023
15 Photos
RÛDAW

Li kampa Herşem-1 a li bajarojê Enkawe ya Hewlêrê şewatek mezin derket û di encamê de li gor agahiyên destpêkê 16 kerewan şewitîn.

Kampa Herşem-1 ji 300 kerevaneyan pêk tê û 270 malabtên koçber ên ji parêzgehên Selahedîn, Enbar û Neynewayê, bi taybet koçberên Şingal û Beacê lê dijîn.

Her sal bûyerên şewatê li wê kampê çê dibin. Berpirsên Kampa Herşem-1 dibêjin, ji ber ku kamp bi awayekî endazyarî nehatiye avakirin, herwiha ji ber madeyên ku kerewan lê hatine çêkirin, dema ku bûyereke agirpêketinê li kampê çêdibe, agir her zû berfireh dibe.

Heta niha sedema agirpêketina kampê nehatiye zanîn. Lê polîs dibêje, bi hemahengiya ligel Berevaniya Şaristanî, lêkolîn derbarê bûyerê de dest pê kiriye.

Nûnerekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wê kampê ji medyayê re axivî û got: “Hema ji niha ve em dê cih û pêwîstiyên destpêkê ji mexdûrên bûyera şewatê re dabîn bikin û her ji niha ve em dê dest bi tedbîrên xwe bo qerebûkirina wan bikin.”


Wêne: Hejar Cewher û Cêgir Ehmed