Amed - Dizan çêlek dizîn: Golikên wan sêwî man

11-04-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ziyawer Turan şîr dide golikan /Wêne: Rûdaw
Ziyawer Turan şîr dide golikan /Wêne: Rûdaw
Nîşan Malabadê Farqîn Amed Dizî Çêlek Ziyawer Turan Golik Şîr
A+ A-

Farqîn (Rûdaw) - Li gundê Malabadê ya navçeya Farqîna Amedê ji ber ku dizan 7 çêlekên dayikek dizîn, golikên wan sêwî man.

Dayika Ziyawer Turan, ji bo zikê golikan têr bike neçar maye her roj du danan bi bîberonê şîr bide golikan.

Ziyawer Turan 5 golikên xwe ev 10 roj in bi bîberonan xwedî dike. Rojek piştî cejnê 7 çêlek û mozîkekî dayika Ziyawerê li Malabadêya Farqînê hatin dizin.

Ji ber vê yekê golikên wan sêwî man. Xwediya wan ji bo zikê wan têr bike, rojê du danan bi bîberonê şîr dide wan.

"Pêwîstiya golîkan bi şîr heye ez dê ew qasî şîr ji kû derê bînim"

Ziyawer Turana ku çêlekên wê hatine dizîn wiha got:

"Vaye hefteyekê dêya wê birine, ev jî 15 rojî bûne, nîvê rojiyê de çêbûne.

Tev di rojiyê de çêbûne. Ev ê piçekî mezin beriya rojiyê çêbû. Îhtiyaciya wê jî bi şîr heye.

Ew jî xwe êsîrokî kiriye, evdalokî kiriye. Ka em dê çi bikin nizanim.

Xwedîkirina wan jî zor e. Ka ew qasî şîr ez dê ji kû bînim?"

Ziyawer Turan ev 18 sal in çêlekan xwedî dike û golikên wan mezin dike.

Di ber wan re zehmetiyeke mezin kişandiye û 2 keçên xwe jî bi dahata wan dişine zanîngehê. Ji ber dizan, keda wê ya 4-5 salan pûç bû.

"Wekî zarokên xwe ji wan hez dikir, di şevekê de keda wê tev birin"

Meral Turan keça Ziyawerê jî wiha anî ziman, "Di yek şevekî de rabûn vê keda wê tev birin.

Kedeke pir zêde dêya min di ber wan de dibîne û hezkirineke pir zêde.

Wekî zarokên wê bin, wisa ji wan hez kiriye, wisa ew xwedî kirine.

Yanî kî jî çav bi heywanên me dikevin dibêjin heywanên we pir xweşik in û em dixwazin ji wan hez bikin.

Hingî ku dêya min wan bi xweşikî, bi delalî ew rakirine."

Kurê Ziyawer Turanê wiha axivî, "Cînaran gazî me kir, got `werin ji bo golikên xwe şîr bibin`.

Min jî çûm li ba wan min şîr rakir û ez hatim. Vêga bi xêra xwe 5 lître şîr dane min, ew jî têra wan a danekî ye."

Lîtreya şîr 30 lîreyên Tirk e. Eger rojane 3 dan şîr bidin golikan, 21 lître şîr dike.

Ev jî rojane dike 735 lîreyê Tirk ku ev jî mehane dike 22 hezar lîre.

Ziyawer Turan bangî rayedarên dewletê dike ku çêlekên wê bibînin û heta wê demê jî qet nebe alîkariya şîr bidin wan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst