Colemêrg: 5 şivanên Urmiyeyî hatin dersînorkirin: ‘Şivan bi dest me nediketin!’

04-05-2024
Ferdî Sak
Nîşan Şivan Urmiye Gever Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 5 şivanên Urmiyeyî hatin dersînorkirin û 5 ajeldar jî bi 850 hezar lîreyên Tirkî hatin cezakirin.

5 ajeldar ji ber ku ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê 5 şivan anîne bi 850 hezar lîreyên Tirkî hatin cezakirin ku derdora 26 hezar dolarên Amerîkî dike.

Her yek ji şivanan jî bi 8 hezar lîreyên Tirkî hat cezakirin û ew piştre hatin dersînorkirin.

Beşek ji ajeldarên Colemêrgê di peydakirina şivanan de zehmetiyan dibînin û ji Rojhilatê Kurdistanê ji nav xizmên xwe şivanan tînin.

Şivanên ku ji bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê tên bi mûçeyê mehane şivantiyê dikin û mûçeyê xwe werdigirin.

Herî dawî 5 ajeldarên ji gundê Serdeştê yê navçeya Geverê 5 şivan ji Urmiyeyê anîn da ku biçin ber pezê wan.

Wan pereyê wan jî pêşwext da lê piştî ku mijar bû rojev şivanan tenê hefteyekê şivantî kir.

Piştre bi hinceta ku destûra wan a xebatê û sîgortaya wan nîne her yek ji wan şivanan bi 8 hezar lîreyên Tirkî hat cezakirin û ew hatin dersînorkirin.

Ajeldarên bi navên Şevket Arslan, Hamza Karahan, Mehmet Salîh Alaca, Lokman Kaçmaz û Kînyas Terkdaş jî her yek bi 170 hezar lîreyên Tirkî hatin cezakirin.

Yek ji wan ajeldaran Mehmet Salîh Alaca li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Alaca ragihand ku şivanên wan ji gundên Urmiyeyê bûn û bi pasaportên xwe hatibûn ku li cem wan bixebitin lê ew ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatin desteserkirin û dersînorkirin.

“Şivan bi dest me nediketin”

Mehmet Salîh Alaca cezayê pereyan û dersînorkirina şivanan got:

“Em ajeldar in. Şivan bi dest me nediketin.

Me jî ji gundên Urmiyeyê ji xwe re şivan anîn lê em ji ber vê yekê bi 170 hezar lîreyî hatin cezakirin û şivanên me jî bi 8 hezar lîreyan hatin cezakirin.

Piştre ew birin qereqolê û dersînorkirin.

Em mecbûr bûn ji derve ji xwe re şivanan bînin.”

Alaca eşkere kir ku wan mehane derdora 40 heta 50 hezar lîreyên Tirkî dida şivanên ku ji Rojhilatê Kurdistanê anîne.

Mehmet Salîh Alaca da zanîn ku ajeldarî take deriyê wan ê debarê ye lê ew ji ber cezayê hatiye dayîn mexdûr bûne û dê serî li dadgehê bidin ku cezayê wan were betalkirin.

Serokê Odeya Çandiniyê ya Colemêrgê Pervîz Geçîrgen jî derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

“Şivan bi pasaportên xwe dihatin”

Geçîrgen ragihand ku çend sal in şivan ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi hêsanî tên Bakurê Kurdistanê û dixebitin lê heta niha nehatine astengkirin û da zanîn:

“Ew şivan bi pasaportên xwe dihatin. Li cem hêzên ewlehiyê dihatin tomarkirin û wan piştre dest bi karê xwe dikir.

Ti sîgorta an jî destûra kar ji wan nedihat xwestin.

Ajeldarên gundê Serdeştê jî bêyî ku bizanin tiştekî wiha heye ew şivan anîne lê her yek ji wan bi 170 hezar lîreyan hatiye cezakirin.”

"Em jî êdî karê ajeldariyê nakin"

Pervîz Geçîrgen amaje bi wê yekê da ku ew ji bo betaklirina cezayê ajeldaran bi aliyên pêwendîdar re ketine pêwendiyê û got:

“Ajeldarên me dibêjin eger rê nayê dayîn ku şivan ji Îranê werin em jî êdî karê ajeldariyê nakin.

Em dê dest ji ajeldariyê berdin û ajelên xwe bifiroşin û li bajaran bi cih bibin.

Her yek ji wan bi 170 hezar lîreyî hatiye cezakirin. Eger ew ajelên xwe jî bifiroşin nikarin wî cezayî bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst