Li ser rêya Urmiye-Selmasê bûyera trafîkê: 4 kes şewitîn

25-06-2023
RÛDAW
Nîşan Urmiye Selmas Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya Urmiye-Selmas a Rojhilatê Kurdistanê, di bûyereke çûnûhatinê de 4 kes bi agirê otomobîlê ket canê xwe ji dest dan.

Li ser rêya di navbera bajarên Urmiye û Selmasê de îro Yekşemê 25ê Hezîranê 2023an di navbera otombîlek û barhilgirek li hev qelibîn û di encamê de agir bi otomobîla taybet ket, her çar rêwî di cih de canê xwe ji dest dan.

Rêveberê Polîsê Rêyan a Urmiyê Riza Penahî Muqedem ragihand ku şofêrê otomobîla taybet xemsarî kiriye û çûye aliyê çepê û sedema sereke ya qezayê ew bûye.

Li gor rapora pizîşkiya dadweriyê ya parêzgeha Urmiyê di nava salekê de 685 kes li parêzgeha Urmiyê di bûyerên trafîkê de canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst