Pêkhateyên Bakurê Kurdistanê girîngiyeke taybet didin hilbijartinên 14ê Gulanê

04-05-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Pêkhateyên Bakurê Kurdistanê girîngiyeke taybet didin hilbijartinên 14ê Gulanê
Pêkhateyên Bakurê Kurdistanê girîngiyeke taybet didin hilbijartinên 14ê Gulanê
Nîşan Pêkhate Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ne tenê Kurd, Sûryan û Ermenên li Bakurê Kurdistanê jî hilbijartinên 14ê Gulanê ji nêz ve dişopînin. Ew dibêjin kîjan alî dibe desthilat bila bibe, divê rê li ber mafên wan vekin û li vî welatî aramiyê pêk bînin, rêya vê yekê jî aştiyeke mayînde ye.

Ne tenê çavên Kurdan, çavên Ermen û Sûryanan jî li encamên hilbijartinê ne. Di her aloziyeke biçûk de, ew ji hemû bawerî û neteweyan zêdetir ditirsin. Ji ber ku hejmara wan li ser vê axê kêm bûye û niha weke "kêmar" têne binavkirin.

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gragosê ya Ermenan, dibêje kîjan partî û bere bibe desthilat jî daxwaza wan tenê aramî û aştiyeke mayînde ye. Helbet rêzgirtin û naskirina mafên Ermenan jî.

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gragosê ya Amedê Ohannes Ohanyan anî ziman, “Em weke ermen dixwazin piştî vê hilbijartinê li temamê vî welatî herkes karibe xwe îfade bike. Ev sê çar sal in li vî welatî gelek hişkbûn çêbû, zaf pevçûn, şer çêbû. Em dixwazin nermahiyek çêbe. Em dixwazin demokrasiya herî baş pêk bê û hemû milet tê de cihê xwe bibîne û em ermenî jî tê de cihê xwe bibînin.”

Bajarê Mêrdînê jî yek ji bajarên kevnar ê pêkvejiyanê ye. Li vî bajarî hejmara Sûryanan ji 10 hezarî zêdetir e. Li gorî gotina rêberên wan ên olî di van salên dawiyê de hikûmetê gelek alîkariya wan kiriye û ew dixwazin ev alîkarî piştî hilbijartinê jî berdewam bike.

Keşeyê Dêra Sûryanan a Çil Şehîdan Gabrîel Akyuz got, “Di van 20 salên dawiyê de qenciyên ku hikûmetê ji me re kir, em ji bîr nakin. Em dixwazin ev qencî dewam bikin. Dawiya qenciyê tuneye. Hêj em gelek tiştan jê dixwazin.”

Sûryan, Ermen û Keldanên li ser vê axê beriya 100 salan bi hev re xwedî serjimariyeke zêde bûn. Weke hejmar li gelek bajaran bi nasnameya xwe ya Kirîstiyaniyê hema hema nîvê Misilmanan bûn. Lê piştî fermana wan hate rakirin kêm hatin hiştin û niha bi dengên xwe nikarin muxtariyekê jî bi dest bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst