Piştî 7 salan dêra Kildanan a li Amedê bo ayînê hate vekirin

03-07-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Dêra Mar Petyun Kildan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Dêra Mar Petyun a Keldanan piştî 7 salan hate nûjenkirin û ji ayînê hate vekirin. Piştî 108 salan cara yekemîn e ku ji bo dêra Kildanan serpîskoposek hat tayînkirin. Hem nûjenkirin û hem jî aktîfbûna dêrê di nava geştiyaran de bû sedema kelecanê.

Dêra Kildaniyan Mar Petyun di sedsala 17'an de hatiye avakirin û ev dêr di heman demê de patrîkxaneya kildaniyan bûye. Dêr ji sala 1915'an ve bê keşe û bê patrîk mabû. Dêr bê patrîk mabe jî tu caran bê Yusuf Karadayi nemaye.

Yusuf Karadayi li Amedê keldanê herî temendirêj e. Ew 35 sal in li Dêra Mar Petyun a Keldaniyan li naqosa dêrê dide. Bi gotina keldaniyan zandoçiyê dike.  Wî ev kar ji bavê xwe Antun wergirtiye.

Rêveberê Dêra Kildanan Mar Patyun Yusuf Karadayi dibêje “Berê gelek kes li vê dêrê diman. Li Amedê jî hejmara kildanan pir bû. Lê niha kêm kes mane. Çûn Ewropayê, çûn Hollandayê, Belçîkayê. Tenê em li vir man. Niyeta min a çûnê qet nîn e. Em li vir in. Em li vir hatine dinyayê û em ê li vir bimirin. Ez bi tik û tenê jî bimînim, naçim. Ez hemalê vê dêrê me.”

Beşeke mezin a Dêra Kildanan piştî salên 60î kavil bibû. Dêr di sala 2011'an de cara yekemîn hate nûjenkirin û ji ayînê re hate vekirin. Lê di 2015'an de bi şerê nava bajêran re careke din dêr zirareke mezin dît. Dêr dîsa hate nûjenkirin û piştî 7 salan careke din hate vekirin.

Yusuf Karadayi got jî “Ev 7 sal in ev dêr bê ayîn maye. Li dêrê 17 ode hene. Patrîkxane heye. Înşela di demeke nêz de dêra me tê pîrozkirin û dest bi ayînê jî dike. Em ê gazî we jî bikin.”

Ji ber ku dêra Kildanan li gorî mîmariya resen hatiye nûjenkirin, bi dîmenên xwe bala geştiyaran jî dikişîne. Rojane bi sedan kes ji bo dîtina vê bedewiyê serdana dêrê dikin.

Geştiyar Evdila Korkut diyar kir “Em niha hatin. Deriyê wê, hundirê wê, kevirên wê pir xweşik in. Me dît milet diçe hundir, me got em jî werin bibînin ka ciyekî çawa ye.”

Geştiyar Hejar Kaya ragihand “Ez bi hevala xwe re hatim. Û bi xwa xwe re. Em bi hev re hatin, me xwest em bibînin. Pir xweş e.”

Geştiyar Umut Gokdemîr anî ziman Pir xweş e. Dîroka me ye. Divê em bên, bibînin û bigerin. Cihekî pir xweş e.”

Bi nûjenkirina dêrê re piştî 108 salan cara yekemîn e ku serpîskoposek tê tayînkirin. Di rojên pêş de dêr dê bi awayeke fermî bi ayîneke girseyî bê vekirin. Nûjenkirina dêrê û tayînkirina rêveberekî olî temam e. Tiştê kêm nemana keldanan a li ser vê axê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst