Ji Nadiya Murad bangewaziya Şingalê

03-05-2022
RÛDAW
Nîşan Şingal Nadiya Murad Kurdên Êzdî YBŞ Artêşa Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê, Balyoza Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî, Çalakvana Kurda Êzdî Nadiya Murad, têkildarî rewşa dawî yali Şingalê û şer û pevçûnên di navbera YBŞê û artêşa Iraqê de bang li civaka navdewletî kir.

Ji pêr 1ê Gulanê ve bo dema du rojan li sînorê qezaya Şingalê di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê YBŞ û artêşa Iraqê de şer derket û herdu aliyan di şer de çekên giran bikar anîn.

Di şer de serbazekî artêşa Iraqê hate kuştin ku li gor medyaya fermî ya Iraqê bavê 16 zarokan bûye. Herwiha şervanekî YBŞê jî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest daye.

Çalakvana Kurda Êzdî Nadiya Murad derbarê rewşa li Şingalê de peyamek belav kiriye û têde bal kişandiye ser koçberbûna dubare ya Kurdên Êzdî.

Nadiya Murad dibêje, “Piştî çend salan ji koçberiyê, ji ber şer û pevçûnên çekdarî yên niha li Şingalê, awareyên vê dawiyê careke din neçar dimînin ku malên xwe biterikînin. Ez bang li civaka navdewletî dikim ku destwerdanê bike û bi hikûmeta Iraqê re kar bike ji bo çareserkirina kêşeyên ewlehiyê yên berdewam ên herêmê û parastina sivîlan.”

 

 

Rêberê Ruhanî yê Êzdiyan Baba Şêx (Şêx Elî Îlyas) jî bal kişand ser pêwîstiya parastina sivîlan di şer û pevçûnên li Şengalê de û ji hikûmetên Hewlêr û Bexdayê xwest ku çareseriyeke radîkal ji pirsgirêka Şingalê re bibînin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst