Rapora CHPyê: 40 milyon kes deyndarên bankan in

25-03-2024
RÛDAW
Nîşan CHP Deyn Kredî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora aboriyê ya CHPyê Kanûna Paşînê hejmara welatiyên deyndarên krediyan li gorî heman meha sala borî 739 hezar kes zêde bûye û gihiştiye 40 milyon û 30 hezar kesan.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe qeyrana aborî kûrtir dibe û hejmara welatiyên deyndar zêde dibe.

Partiya Gel a Komarî (CHP) rapora aboriyê ya meha Kanûna Paşîna 2024an belav kir.

Li gorî raporê meha Kanûna Paşînê hejmara welatiyên deyndarên krediyan ên banka û saziyên din li gorî heman meha sala borî 739 hezar kes zêde bûye û gihiştiye 40 milyon û 30 hezar kesan.

Herwiha hejmara deyndarên kartên krediyan 2 milyon û 636 hezar kes zêde bûye û gihişte 36 milyon û 825 hezar kesan.

Li gorî raporê faîza mehane ya kartên krediyan û hesabên krediyan ên Bankaya Navendî heta ji sedî 5an tê bilindkirin û faîzên krediyên bikaranînê jî tên bilindkirin.

Deynê bikarhêneran jî ji serê sala 2024an ve yên ji bo bankayan 245 milyar lîreyên Tirkî zêde bûye.

Deynê kartên krediyan nêzîkî 10 milyar dolarên Amerîkî ye

Deynê kartên krediyan û krediyên kesayetî yên welatiyan di navbera 8-15 Adarê de gihiştiye 2 trilyon û 973 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 10 milyar dolarên Amerîkî.

Di heman hefteyê de deynê krediyên kesayetî jî gihiştiye trilyonek 642 milyar lîre ku dike nêzîkî 5 milyar dolar û deynên kartên krediyan jî gihiştiye trilyonek û 330 milyar lîre ku dike nêzîkî 4 milyar û 900 milyon dolarên Amerîkî.

Li gorî rapora CHPyê deynên welatiyên ku di bin şopandina yasayî de ne gihiştiye 54 milyar û 600 milyon lîreyan ku dike nêzîkî milyarek û 700 milyon dolarên Amerîkî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst