Li Zaxoyê agir bi otomobîlekê ket; Kesekî canê xwe ji dest da

23-07-2023
RÛDAW
Ew kesê ku di bûyera îşev de li Zaxoyê canê xwe ji dest daye.
Ew kesê ku di bûyera îşev de li Zaxoyê canê xwe ji dest daye.
Nîşan Zaxo Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îşev li ser cadeyeke bajarê Zaxoyê agir bi otomobîlekê ket û bi tevahî şewitî. Berdevkê Polîsê Zaxoyê jî ji Rûdawê re ragihand, li gor zanyariyên destpêkê, di otomobîlê de kesek şewitî ye û canê xwe ji dest daye.

Li navenda bajarê Zaxoyê di demjimêrên derengê şevê de agir bi otomobîlekê ket. Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî ve, di bûyerê de otomobêla ku agir pê ketibû, bi tevahî şewitî ye.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê, Ehmed Remezan ji Rûdawê re ragihand, li gor zanyariyên destpêkê di bûyerê de kesek şewitî ye û canê xwe ji dest daye, lê ti zanyarî li ser nasnameya wî kesî belav nekir.

Berdevkê Polîsê Zaxoyê diyar kir, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û komîteyeke lêkolînê hatiye avakirin, lê hêj sedema bûyerê nehatiye zanîn.

Li gor zanyariyên Rûdawê, kesê ku di bûyera îşev de canê xwe ji dest daye, navê wî Mihemed Mîrza ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst