PKK ji Çiyayê Qereçûxê vekişiyabû: Hewlêr û Bedxayê li hev kir

02-11-2023
Nîşan Çiyayê Qereçûxê Pêşmerge Artêşa Îraqê PKK Xalên Leşkerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sîrwan Barzanî ragihand ku Hewlêr û Bexdayê li ser diyarkirina xalên leşkerî yên li Çiyayê Qereçûxê li hev kiriye.

Endamê Konseya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan 19ê Çiriyê Pêşînê ragihandibû ku wan wan hemû hêzên xwe ji Kampa Mexmûrê vekişandin.

Piştî vê daxuyaniyê, PKKyê li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçûxê radestî artêşa Îraqê kirin.

22ê Çiriya Pêşînê jî li ser van xalan di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer rû da.

Di vî şerî de 4 Pêşmerge şehîd ketin, herwiha hat ragihandin ku kuştî û birîndarên artêşa Îraqê jî hene.

Şandeyeka bala ya Pêşmergeyan û şandeyeke ji artêşa Îraqê doh ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Çiyayê Qereçûxê çûn Mexmûre.

Fermanderê Eniya 6an a Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî  di malperê xwe yê Facebookê de ragihand ku pirsgirêka li ser wan xalên kontrolê hatiye çareserkirin.

“Her du aliyan li hev kir”

Sîrwan Barzanî  di daxuyaniya xwe de got:

“Her du aliyan li ser destnîşankirina xalên nû yên li Çiyayê Qereçûxê û çareseriya pirsgirêkan li hev kir.”

Sîrwan Barzanî  herwiha amaje pê kir ku hevahengiya di navbera her du aliyan de jî didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst