7 xwişk û bira û dê û bav wê hatibûn şewitandin: Fermandarê cendirmeyan ferman da

02-10-2021
Abdulselam Akinci
28 sal bi ser şewitandina malabata Kurd a li Gundê Vartînîsê re derbas dibe
28 sal bi ser şewitandina malabata Kurd a li Gundê Vartînîsê re derbas dibe
Nîşan Komkujiya Vartînîsê Gundê Vartînîsê Mûş
A+ A-

Mûş (Rûdaw) - 28 sal bi ser şewitandina malabateke Kurd ya li Gundê Vartînîsê derbas dibe û eger heye ku doza wê komkujiyê hilweşe.

Sibe 28e mîn salvegera qetlîama Vartînîsê ye. Di sê yê cotmeha 1993an de li gundê Vartînîsê xanîyên malbata Ogut hatibûn şewitandin û neh endamên malbatê bi awayek hovîtî hatibûn qetilkirin. Doza ewil deh sal piştî bûyerê di 2003an de hatibû vekirin û ji dosye ya Vartînîsê de çar kes weke gumanbar dihatin darizandin û ji ber ewlehîyê doza vartînîsê li dadgeha yekemin cezayê giran a kirikkaleyê dihate dîtin.

Di 1ê Adara 2016an de dadgehê ji ber kêm elemetan biryara bereeta çar gumanbaran dabûn lê ev biryar ji alîyê dadgeha bilind ve hatibû xerakirin. Dadgeha bilind bereata sê gumanbaran pesendkiribû û ji dosyayê biryara berdewam darizandina gumanbarê qetlîamê fermandarê cendirmeyan yê navçeya Dêrxasa Mûşê yê wê deme Bulent Karaoglû dabû.

Piştî 28 salan di danişîna dawî ya di 21 îlona derbasbûyî  de dadgeha cezayê giran a Kirikkaleyê ji bo take gumanbarê qetlîamê fermandarê cendirmeyan yê navçeya Dêrxasa Mûşê yê wê deme Bulent Karaoglû biryara girtinê da. Lê Bulent Karaoglû hêj nehatîye desteserkirin. Eger geşedanek din çêbe biryara cezadanê li Bulent Karaoglû neye tekez kirin metirsîya ketina dozê heye wate di sê yê cotmeha 2023an de doza Vartînîsê yê bikeve.

Gundê Vartînîsê bi ser navçeya Tîlê ya Mûşê ve ye. Di sê yê cotmeha 1993an de li gundê Vartînîsê xanîyên malbata Ogut hatibûn şewitandin û neh endamên malbatê bi şewitînê canjidestî bibûn.

Ji wê qirkirinê tenê keçika malê Aysel Ogut rizgar bû ku wê şevê ew li malê nebûye. Di 28e mîn salvegera qetlîamê de ev jina ku bi reşgirêdana xwe li ser mezelên hizkirîyên xwe şîn digerîne ew jin a xilasbûyî ya wî qetlîamê Aysel Ogut e.

Keçika malbatê Aysel Ogut got: “Bulent yuzbaşî bi xwe got ez têm gund dişewitînim. Wî dor li mala bavê min girt û emdamên malbatamin da kuştin. Kujerê malbata min fermandar Bulent Karaoglû ye. Xwedê teala li vê dinyayê jî li wê dinyayê jî hizûr nede wî.”

Deh sal piştî bûyerê doza ewil di 2003an de hatibû vekirin weke gumanbarê bûyerê fermandarê alaya cendirmeyan yê navçeya Dêrxasa Mûşê yê wê demê Bulent Karaoglû dihat darizandin. Piştî 28 salan doza ku li dadgeha yekemîn a cezayê giran a kirikkaleyê dihate dîtin de di 21ê îlonê de ji bo gumanbarê qetlîamê Bulent Karaoglû biryara girtinê hat dayîn lê Karaoglû hêj nehatîye desteser kirin.

Serokê Baroya Bedlîsê û parêzerê dozê Fuat Ozgul jî got: “Di biryara dadgehê de jî diyar bû ku kiryarê vê qetlîamê ew kes e. Îro ev însan weke ku tiştek nekiribe desten xwe li ba bike here were ev eybek mezin e ji bo dewletê jî ji bo hemû kesan jî.”

Mirovê malbatê Besra jî dibêje: “Vaye 27 sal in qîza xwîşka min bi rehetî li ser sifreyek rûneniştîye û bi hizr pariyek nan nexwariye. Em newêrin werin cem behsa tiştek bikin em dibêjin bila berxwe nekeve.Yek kesek e ku ji malbatê maye. Xwedê heqê wan li erdê nehêle.Înşelah ew kujer yÊ di demek nezde were girtin.”

Pismamê malbatê Remzî Ogut jî got: “Îro jî ku çevên me bi eskeran dikevin em ditirsin, ku neh endamên malbatê ji alîyê eskeran ve hatibe kuştin mirov bi dîtina wan ditirse. Diya min hatiye vê temenê jî hêj jî ditirse.”

Dadgeh niha li bendê ye ku gumanbarê qetlîamê were desteserkirin, lê eger gumanbar neyê desteserkirin û biryara tekez neyê dayîn doza Vartînîsê yê ji ber demê di sê yê cotmeha 2023an de bikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst