Li Mûşê du malbatên neyar li hev hatin

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mûş Malbatên Neyar Lihevhatin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê du malbatên mirovên hev yên ku 3 sal berê pev çûbûn û bibûn neyarên hev bi pêşengiya rûspiyan li hev hatin.

Li gundê Harmanê yê Mûşê 3 sal berê di navbera du malbatan de pevçûn derket û kesek mir.

Rûspiyên bajêr malbat li hev anîn

Ji wê rojê vir ve dijminatiya malbatan dest pê kir. Her du malbat bi hewldana rûspiyên bajêr li hev hatin.

Li Mizgefta Laleyê ji bo aştiyê merasimek hat lidarxistin.

Parêzgarê Mûşê Îlker Gunduzoz ragihand ku ew kêfxweş in ku dijminatiya malbatan qediya û wiha axivî:

"Ji bo ku em şahidiya lihevhatina her du malbatan bikin em hatin ba hev. Em ji bo ku bibin mifteya xêrê li vir in. Soz hat dayîn û ew ji binê Quranê derbas bûn. Divê em Quranê di jiyana xwe de neqş bikin û soza xwe bi cih bînin. Hêviya min ji Xwedê ew e ku soza me û aramiya me daîm be."

"Em ji ber aştiyê kêfxweş in"

Şaredarê Mûşê Feyat Asya jî diyar kir ku aştî fedakariyê dixwaze û got, "Ez ji ber hesasiyeta wan spasiya malbata Akdenîzê dikim. Em ji ber aştiyê kêfxweş in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst