Li Mêrdînê veguhastin ji sedî 41 biha bû

02-06-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Bihabûn Veguhestin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bihayê veguhastina nav bajêr û di navbera navçeyan de ji sedî 41 hat zêdekirin.

Hat ragihandin ku piştî bihabûna mazot û benzînê biryara zêdekirina bihayê veguhastinê hatiye dayîn.

Biryar dê ji îro pê ve were bicihkirin.

Piştî biryarê li nav bajêr karta ku bi 10 lîreyan bû derket 14 lîreyan û ya xwendekaran jî ji 6,5 lîreyan bû 9 lîre.

Herwiha siwarbûna bêkart ji 15 lîreyan derketiye 21 lîreyan.

Li gel vê yekê bihayê çûnûhatina navçeyan jî bi heman rêjeyê hatiye zêdekirin.

Li gorî vê yekê, çûnûhatina di navbera Mêrdîn û Qoserê de ya bikart ji 23 lîreyan derketiye 32,5 lîreyan û ya bêkart jî ji 30 lîreyî derketiye 40 lîreyî.

Herwiha bilêta di navbera Mêrdîn û Amedê de jî 140 lîreyî derket 170 lîreyî.

Bi vê bihakirinê re ji Hezîrana 2023yan heta niha ev cara sêyemîn e ku çûnûhatin tê bihakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst