Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mazot dîsa biha dibe

29-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mazot Bihabûn Tirkiye Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bihayê mazotê ji roja 31ê Tîrmehê pê ve 1,42 lîre tê zêdekirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî bac hatin zêdekirin mazot û benzîn jî her ku diçe bihatir dibin.

Piştî zêdekirina bacê, benzîn û mazot jî çend caran biha bûn û biryar e ji roja 31ê Tîrmehê û pê ve bihayê lîtreya mazotê 1,42 lîreryan were zêdekirin.

Piştî vê girankirinê bihayê lîtreyeke mazotê 37 lîreyan derbas dike.

Bi zêdekirina nû re dê lîtreya mazotê li Stenbolê bibe 36,42 lîre, li Enqereyê bibe 36,90 lîre û li Îzmîrê jî bibe 37,08 lîre.

21ê Tîrmehê bihayê mazotê 1,55 lîreyan û 28ê Tîrmehê jî 1,45 lîreyan hatibû zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst