James Jeffrey: Ez ji asayîbûna peywendiyên Sûriye û Tirkiyê bi guman im

03-03-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka James Jeffrey Sûriye Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandiyê berê yê Serokê Amerîkayê bo şerê DAIŞê asayîbûna peywendiyên Enqere û Şamê wek egerekî dûr dibîne. James Jeffrey di Foruma Hewlêrê de axifî û got, %35 ji axa Sûriyê di bin kontrola HSDê de ye û Amerîka piştgiriya wê dike. Jeffrey tekez kir, eger hinek kes hebin Esed razî bikin ku ji bo çaresaeriyê amade bibe, wê pirsgirêk bêne çareserkirin.

James Jeffrey di paneleke Foruma Hewlêrê de roja Çarşemê 1ê Adara 2023 ji wê yekê bi guman bû ku germguriya van çend rojên bihorî ya di navbera Hikûmeta Sûriyê û welatên Ereb de zêde berdewam bike û ragihand, çend hêz li Sûriyê hene û lihevkirina di navbera wan de ne hêsan e.

James Jeffrey amaje bi parçebûna Sûriyê di navbera hêzên cuda de kir û got: “Navçeyek heye ku ji aliyê Amerîka û hevpeymanan ve tê piştevanîkirin ku ji sedî 35ê axê di destê wan de ye û dibe ku ji sedî 10ê hejmara niştecihiyan pêk bînin. Heyet Tehîrîr Şam heye li bakurê rojava; hêza Tirkiyê li wê derê heye. Hêzên Îsraîlê li asman in. Sîstema mûşekî ya Îranê heye. Hê jî Dewleta Îslamî berdewam e. Hê jî bernameya çekên kîmyayî heye ku Esed maye û eger heye bikar bîne.”

Civaka navdewletî bi dû arasteyên sereke hewla çareserkirina krîza Sûriyê dide.

Ya yekem civînên Cinêvê ye ku welatên Rojavayî piştevanên wê yên sereke ne û arasteya duyem jî civînên Astanayê ne ku Rûsya, Îran û Tirkiye pêşengên sereke ne.

Sedema vê yekê jî vedigere bo wê rewşa ku ji sala 2011an ve li Rojavayê Kurdistan û Sûriyê heye.

Şandiyê berê yê Serokê Amerîkayê yê bo Hevpeymaniya Navdewletî James Jeffrey dibêje: “Hemû pirsgirêkên mezin in. Piraniya wan cihê nîgeraniya Tirkiye, welatên erebî, Îsraîl û Ewropî ne. Eger kesek hebe ligel Esed biaxive û wî han bide ku tiştekî derbarê van pirsan de bike wê demê rewş ber bi başbûnê ve diçe.”

Sûriye ji destê hejmarek krîzan dinalîne.

Şerê navxweyî yê li wî welatî bûye sedema koçberbûna 13 milyon kesan û koçberkirina 6.7 milyon kesan. Neteweyên Yekbûyî jî daxwaza bidawîanîna êş û azarên xelkê wî welatî dike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst