Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Nûçegihanan a Maf û Bipêşketinê ragihand ku li Herêma Kurdistanê sala borî li hemberî 116 binpêkarî rojnamegeran hatine kirin.
Rêxistina Nûçegihanan a Maf û Bipêşketinê da zanîn ku sala 2024an di kar û xebatên bi her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê re de 116 binpêkarî li hemberî rojnamegeran hatine tomarkirin.
Serokê Rêxistina Nûçegihanan a Maf û Bipêşketinê Hozan Qadir destnîşan kir ku Serokatiya Herêma Kurdistanê dan û standina herî baş bi rojnamegeran re kiriye û ti binpêkarî nekirine.
Hozan Qadir li Hewlêrê di konferanseke rojnamegeriyê de rapora binpêkariyên ku sala 2024an li Herêma Kurdistanê li hemberî rojnameger û dezgehên wan hatine kirin eşkere kirin.
Li gorî rapora salane ya Rêxistina Nûçegihanan a Maf û Bipêşketinê, Serokatiya Herêma Kurdistanê ti binpêkarî li beramberî rojnamegeran nekirine û ti gilî jî li dijî serokatiyê nehatine tomarkirin.
"Herî zêde ji aliyê saziyên hikûmetê ve binpêkarî hatine kirin"
Serokê Rêxistina Nûçegihanan a Maf û Bipêşketinê Hozan Qadir got:
“Binpêkariyên herî zêde bi rêya desteserkirin, destdanîna ser amûrên rojnamegeriyê û rêgirtina li ber nûçegihaniyê ji aliyê saziyên hikûmetê ve hatine kirin.”
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê binpêkariyan ve di rêza duyem de ye.
Hozan Qadir amaje pê kir ku binpêkarî ji aliyê Birêvebiriya Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi awayê rêgiriya hinek kanal û rojnamegeran a di konferansên rojnamegeriyê yên Serokatiya Hikûmetê de hatine kirin.
Her wiha di dayîna zanyariyan de cihêkarî di navbera dezgeh û medyayan de hatiye kirin û zanyarî ji rojnameger û malperên fermî yên wezaretan re kêm hatine dayîn.
Hozan Qadir da zanîn ku par bi giştî 116 binpêkarî li dijî 175 rojnameger û dezgehên ragihandinê hatine tomarkirin.
41 binpêkarî li Hewlêrê hatine kirin
Ji wan 7 rojnameger hatine desteserkirin, 77 caran rêgirî li nûçegihaniyê hatiye kirin, 11 caran êriş û bêrêzî li rojnamegeran hatine kirin, her wiha li 2 rojnamegeran jî hatiye xistin.
Hozan Qadir diyar kir, 2 rojnamegeran gilî kiriye, gef li 2 rojnamegeran hatine xwarin, 3 caran êrişên elektronîk li rojnamegeran hatine kirin.
Her wiha her yek ji binpêkariyên êrişên li dezgehên ragihandinê, şikandin û destdanîna ser amûrên rojnamegeriyê jî carekê çêbûne.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku bi 41 bûyeran binpêkariyên herî zêde yên li hemberî rojnamegeran li Hewlêrê hatine tomarkirin.
Pişt re Dihok bi 41 binpêkariyan tê, her wiha li Helebceyê 18 caran binpêkariyên li hemberî rojnamegeriyê hatine tomarkirin û li Silêmaniyê jî 13 caran.
Ji wan 116 rojnamegerên ku binpêkarî li hemberî wan hatine kirin, 109 ji wan mêr û 7 jin bûne.
Rêxistina Nûçegihanan a Maf û Bipêşketinê yek ji wan rêxistinan e ku li Herêma Kurdistanê parastina mafên rojnamegeran dike û salane çend raporên binpêkariyên li hemberî rojnameger û dezgehên wan belav dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse