Parlamenterê Alman Jurgen Hardt: Roleke Kurdan a bi bandor di geşedana Îraqê de heye

09-11-2024
Ala Şalî
Ala Şalî
Jurgen Hardt \ Wêne: Rûdaw
Jurgen Hardt \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Jurgen Hardt Almanya Îraq Herêma Kurdistanê Şerê Îsraîl û Hemasê Donald Trump Olaf Scholz
A+ A-

Parlamenterê Almanyayê Jurgen Hardt behsa rola Herêma Kurdistanê ya li herêmê kir û got:

“Min danûstandinê berdewam li gel siyasetmedarên pêşeng ên herêmê hene, bi hemû aliyên wê yên demokrasiyê jî. Ji vî alî ve bi rastî nerînên min ên baş hene.

Bi nêrîna min girîng e Kurdistan wate Herêma Kurdistanê nimuneyî bimîne û bandora wê ya aramker li ser hemû Îraqê reng bide. Awayê geş ê Herêma Kurdistanê û aramiya bibe geşe ji bo Îraqê, bibe mînakek ji bo dewletên din.

Her wiha bi min baş e ku pêşhateke hevawayê wê pêşhatê li Îraq û Libnanê bibînim ku têde çendîn neteweyên corbicor bi hev re dijîn.”

Jurgen Hardt di berewamiya axaftina xwe de behsa rola Kurdan a li Îraqê jî kir û wiha got:

“Bi nêrîna min ev pêşhat, wate nerîna min a şexsî ye, heta astekê gelek girêdayî ye bi wê rola ku Kurd li navçeyên Kurdî yên li Herêma Kurdistana Îraqê dilîzîn. Ev bingehê aramiyê ye di vê dewletê de, di dewleta federalî ya Îraqê de ku deweleteke fireh neteweyî ye.”

Siyasetmedart Jurgen Hardt li ser pêwendiyên Kurdan û Almanyayê rewşa Rojhilata Navîn bersiva da pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê.

Rûdaw: Birêz Jurgen Hardt spas ji ji bo vê hevpeyvînê. Li vir, ji ji bo Almanyayê behs, behsa girîngiya hebûna hikûmeta çalak û bi bandor e. Gelo hûn di wê baweriyê de ne ku niha ev yek hebe?

Jurgen Hardt: Em niha ne xwediyê hikûmeta çalak in, em agahdar in ku niha Olaf Scholz li Parlamentoyê ne xwedî dengên piranî ye. Ji ber ku Şêwirmendê Almanyayê pêgehekî bihêz li parlamentoyê heye, heta ku piraniya dengan li dijî wî nebin şêwirmendekî din were hilbijartin ew dikare li ser erkê xwe bimîne. Her ji ber wê berpirsyarî di stûyê Olaf Scholz de ye.

Divê ew niha ji bo  hilbijartinên nû û hikûmeteke nû amadekariyan bike. Ew pêşniyara wê yekê dike ku  hilbijartinên pêşwext adara sala bê were kirin. Bi eşkere em di wê baweriyê de ne ku ev yek gelekî dereng e. Niha zelal û eşkere ye ku çarenivîsa vê hikûmetê ber bi kû ve diçe. Ji ber ku hikûmeta wî kêmîne ye divê di demeke kurt de li Parlamentoya Federal pirsa baweriyê rûbirûyî Scholz bê kirin. Her wiha rê ji ji bo hilbijartinên pêşwext xweş bike.

Em  wekî partiya Xirîstiyan Demokratan û wekî Yekîtiya Demokratên Mesihiyan ji bo hilbijartinên pêşwext amade ne heta meha 12an yan jî herî deren di meha yekem a sala bê de wate Kanûna Paşîn, ji bo ku em di zûtirîn de hikûmeteke çalak û bihêz pêk bînin ku bikare wan astengiyan qebûl bike em hemû li ser wê yek deng in.

Rûdaw: Li gorî rapirsiyan partiya we Partiya Xirîstiyan Demokratan li pêş e û her wiha we di hinek hilbijartinann herêmî yên di çend mehên ji borî de dengekî baş bi dest xist. Eger hûn di van hilbijartinan de bi ser bikevin ji hikûmeta niha cudatir çi dikin?

Jurgen Hardt: Destpêkê divê em biryarê bidin ligel kê hikûmetê pêk bînin. Piştre divê xalên sereke deynin, bi pileya yekem em dixwazin aboriya Almanyayê geş bikin, duyem em dixwazin şerxwaziya Rûsyayê ya li beramberî Ukraynayê û her wiha beramber hemû Ewropayê kontrol bikin. Sêyem divê em bizanin ka em çawa dikarin rûbirûyî hemû wan koçberan bibin ku berê xwe didin me.

Her wiha reng e em cûdahiyeke zelal jî di navbera wan kesan de bikin ku bi rastî pêwîstiya wan bi alîkariya me ye û yên ku em nikarin li vê derê li Almanyayê cihê niştecihbûnê û çavdêriyê ji ji bo wan dabîn bikin.

Wate pirsa koçê û pira ji borî û pirsa ewlehiya derve ew pirs in ku em derdixin pêş. Bi piştrastî em van her sê sernavan dixin destpêka rêkeftineke hevpemanî ligel hevbeş û hevpeymanên xwe.

Rûdaw: Çendîn guherîn li cîhanê çêdibin, Trump bû Serokê Amerîkayê, li Ewropayê temaşe bikin şerê Rûsya û Ukraynayê berdewam dike, li Rojhilata Navîn temaşe bikin tije ye ji alozî, şer û neramiyan. Plana we ya ji ji bo bidawîanîna van krîzan çi ye?

Jurgen Hardt: Eger Hemas û Hizbulah dest ji bikaranîna çekan li dijî Îsraîlê berdin û eger Hemas dîlan azad bike, şer demildest bidawî tê. Eger ew tişt çêbibe, êdî ti sedemek nedibû da ku Îsraîl pêngavên serbazî li dijî Hemasê biavêje. Pirsyar di wê yekê de ye bi rastî di vê rewşê de çi bi serê çekdarên Hemasê tê? Karê herî baş ew ku xwe radest bikin û çekên xwe deynin.

Ez kêfxweş dibim ku cîhana Erebî wan werbigire û piştrast be ji wê yekê ku êdî carek din neyên meydanê. Bi awayekî mirovî bi nerîna min ev kilîla çareserkirina pirsgirêkê ye. Heta ku ne wiha be Îsraîl neçar dibe parastinê li xwe bike.

Em her şev êrişên li ser Îsraîlê dibînin. Bi min baştir e em gelek zêdetir behsa wê rastiyê bikin ku metirsiya herî mezin a li ser xweşguzeraniya xelkê navçeyê ne tenê Îsraîl lê li ser jiyana Filistîniyan û ew kesên li dewletên cîran ên Îsraîl û Filistînê dijîn, metirsiya herî mezin teror e. Nabe rê ji bo terorîstan bê dayîn ku biryarê li ser jiyana wan bidin û rê bidin terorîstan ku dergeta jiyana wan ji wan bê dizîn.

Her wiha eger navçe tundtir li dijî van terorîstan raweste bi taybetî Îran ku ez di wê bawerê de me ev pirsgirêk hemû di ser serê Îranê de ne wê demê em zêdetir li pêş dibûn. Encamdan karê qenetpêkirinê girîng e.

Eger na bêguman em berdewam dibin li ser karkirina ji ji bo çareseriya aştiyê ji bo Îsraîl û Filistînê. Em dixwazin ber bi pêşve biçin ku em behsa hizra dû dewletiyê dikin ku dibêje serwerî ji bo Filistîn û Îsraîl û divê rêzê li serweriya hevdû bigirin.

Rûdaw: Baş e derbarê pêwendiya transatlantîk ku niha mijarekî germ e li Almanyayê, piştî hilbijartina Trump  wekî Serokê Amerîkayê hûn di siberojê de çawa li pêwendiyên Amerîka û Almanyayê dinêrin?

Jurgen Hardt: Pêştir me ev yek tecrûbe kir. Gelek kes di wê baweriyê de bûn ku dawî bi cîhanê tê. Bêguman ev wiha nebû. Pirsgirêkên me di dema serokayetiya Donlad Trump de hebûn. Her wiha pirsgirêka me ya herî mezin ew bû, ligel wî awayê ku çawa li Almanyayê dinêre, em baştir bibêjin awayê behskirina wî derbarê Almanyayê de di nav raya giştî ya Amerîkayê de.

Dema em diçin Amerîkayê hewil didin hemû van tiştan rast bikin. Ez dizanim ku gelek kes li Amerîkayê, gelek hevkarên wê baş dizanin ku Almanya hevbeşeke girîng û bihêz e di pêwendiyên transatlantîkê de. Belê divê em di ware berevaniyê de zêdetir kar bikin, Beşdariya Almanyayê di NATOyê de divê berdewam be di geşekirinê de.

Bi nêrîna min divê rola Almanyayê li beşa Ewropî ya NATOyê de zêdetir bê berfirehkirin. Pêwîst e em li ser siyaseta bazirganî ber bi pêşve biçin û ew nakokiyên ku hene çareser bikin. Ji bo mînak nakokiyên li ser alîkariyên kompanyaya Airbus-Ji Boeing û baca cezayê.

Ez di wê bawerê de me erkekî mezin li ser milên me ye. Her wiha bi min baş e di dawiyê de biçîn gotûbêjeke cidî ligel îdareya Trump derbarê wê yekê de ku bendewariyên me çi ne ji bo pêwendiya ligel Çînê. Divê em bikarin girîngiyê bi rêyekê bidin ku çareserî be.

Ji ber ku bi dîtina min li ser vê bingehê em li Bejingê serkeftî dibin bi sivikkirina miameleya nêzîk di navbera Çînê li aliyekî û Amerîkaya Bakur ya Ewropa li aliyekî din.

Rûdaw: Baş e brêz Hardt bila em werin ser behsa Herêma Kurdistanê, pêwendiya Herêma Kurdistanê û bi taybetî partiya we pêwendiyeke dîrokî ye. Hûn agahdar in Herêma Kurdistanê bi pêkanîna hikûmeteke nû ve mijûl e. Peyama we ji bo Herêma Kurdistanê çi ye?

Jurgen Hardt:: Berî hemû tiştekî me li parlamentoyê dema mana Artêşa Almanayayê li Îraqê dirêj kir. Ji me re diyar bû ku Îraq yek ji wan cihên kêm e ku pêşketin û pêngavên ber bi aramiyê û xweşguzeraniyê ve têde ne, berovajî dewletên din ên li navçeyê. Vê yekê jî wiha kiriye ku geşedana li Îraqê pêwîstî bi piştevaniya berfireh hebe.

Bi nêrîna min ev pêşhat, wate nerîna min a şexsî ye, heta astekê gelek girêdayî ye bi wê rola ku Kurd li navçeyên Kurdî yên li Herêma Kurdistana Îraqê dilîzîn. Ev bingehê aramiyê ye di vê dewletê de, di dewleta federalî ya Îraqê de ku deweleteke fireh neteweyî ye.

Ez di wê baweriyê de me eger em bikarin bi awayekî ji awayan alîkariyê bikin yekem ligel hikûmeta Hewlêrê, her wiha di çarçoveya alîkariya Kurdan de ligel grûbên din ên dewleta Îraqê û bêguman ligel hikûmeta navendî jî ji bo vê yekê jî Almanya amade ye di rêza herî pêş de be. Pêwendiya vê yekê bi alîkariya aborî heye.

Her wiha peywendî bi pirsa alîkariya hevbeş heye bi wateye vekirina bazaran. Bguman pevgûherîna rêkûpêk derbarê ew pirsên ku pêwendî bi şerê Rojhilata Navîn heye  wekî ku me behs kir. Bêguman ev ji bo Îraqê bargireniyeke mezin e ji ber ku ez bi rastgoyane dikarim bibêjim mûşelên Îranê rojane ji ser axa Îraqê ji bo Îsraîlê yan cihekî din difirin. Ev yek bargiraniyeke mezin û binpêkirina serweriya Îraqê ye.

Rûdaw: Di partiya we de dengê piştevaniyê ji bo Kurdan zêde ye?

Jurgen Hardt: Di partiya me de peywendiyeke dîrokî ligel Kurdan li Îraqê heye. Ez bi xwe jî bi taybetî li wê derê bûm. Min danûstandinê berdewam ligel siyasetmedarên pêşeng ên herêmê hene, bi hemû aliyên wê yên demokrasiyê jî. Ji vî alî ve bi rastî nerînên min ên baş hene. Bi nêrîna min girîng e Kurdistan wate Herêma Kurdistanê nimuneyî bimîne û bandora wê ya aramker li ser hemû Îraqê reng bide.

Awayê geş ê Herêma Kurdistanê û aramiya bibe geşe ji bo Îraqê, bibe mînakek ji bo dewletên din. Her wiha bi min baş e ku pêşhateke hevawayê wê pêşhatê li Îraq û Libnanê bibînim ku têde çendîn neteweyên corbicor bihevre dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst