Mustafa Erdogan: Ez dixwazim li Herêma Kurdistanê akademiyekê vekim

22-04-2025
RÛDAW
Mustafa Erdogan û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mustafa Erdogan û Hêvîdar Zana / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Anadolu Ateşî Mustafa Erdogan Colemêrg Kurdî
A+ A-

Avakerê koma dansê ya Anadolu Ateşiyê Mustafa Erdogan da zanîn ku ew dixwaze li Herêma Kurdistanê akademiyeke dansê veke û got:

“Ez dixwazim li vê derê mektebekê ava bikim. Akademiyeke hunermendiyê, ya dansê ya şanoyê, ya muzîkê. Li Hewlêrê be, li Herêma Kurdistanê be. Min divê li vê derê mektebekê ava bikim. Ez zanim jî dê gelekî çî xweşiya mirovan. Xelkê me hez ji lîstikan dike, xelkê me hez ji folklora xwe dike, xelkê me hez ji çanda xwe dike.”

Mustafa Erdogan da zanîn ku Hewlêr li gorî berê bi pêş ketiye û anî zimên ku di konsera wan a Hewlêrê de hinek kêmasiyên organîzasyonê çêbûne.

Wî got ku ew bi dê, bav û zarokên xwe re bi Kurdî diaxive û ew aşiqê Colemêrgê ye.

Erdogan xwest ku froma “Culemêrgê” were bikaranîn û Colemêrg an Çolemêrg ne rast in.

Mustafa Erdogan diyar kir, kî li koma wî binêre “Dê zanibe ku ew mêrik Kurd e û Culemêrgî ye”

Mustafa Erdogan pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin:

Rûdaw: Tu bi xêr hatî birêz.

Mustafa Erdogan: Tu xêrandar bî.

Rûdaw: Cara yekê ye hûn têne Herêma Kurdistanê?

Mustafa Erdogan: Erê wele cara yekem e.

Rûdaw: Beriya her tiştî we çawa dît?

Mustafa Erdogan: Ez berî her tiştî gelekî kêfxweş bûm, memnûn bûm. Ez serbilind bûm. Bûye cihekî gelekî xweş. Berî niha bi 15 salan ez hatibûm vê derê lê min neşiya gelekî bigerim. Berî niha min dît...

Rûdaw: Ji bo kar an?

Mustafa Erdogan: Ji bo kar, ez jî hingê rojnamevan bûm. Ji ber hindê hatibûme vê derê lê niha ez dibînim bajarekî modern, gelekî pêşveçûyî. Ez gelekî serbilind bûm.

Rûdaw: Tu xelkê Colemêrgê yî, ji devereke weke Colemêrgê derketîyî

Mustafa Erdogan: Ez hêviyê ji te dikim nebêje Colemêrg, nebêje Çolemêrg. Culemêrg, ez Culemêrgî me. Navê cihê me Hekaryan e, Hekarî ne. Em xelkê... Navê herêmê Hekarî ye, navê nava bajarê me jî Culemêrg e. Ew kê wisa nivîsiye ez nizanim. Ez ricayê ji we dikim bila vê jî weşînin.

Rûdaw: Devokên cuda hene, ji ber wê yekê em dibêjin Colemêrg lê ya rast Culemêrg e bi rastî. Tu ji Culemêrgî derketî û te grupeke bi vî rengî ava kir ku dansên hemû herêman li xwe digire. Ev fikir çawa hate serê te?

Mustafa Erdogan: Destpêk Culemêrg bû, hingî min mekteb dixwend. Mekteba ewil û ya diduyê. Me komek çêkiribû li Cılemêrgê, li lîseyê. Berê lîstikên herêmî, yên me, folklora Kurdî,  yên Culemêrgê çepiyane em dilîzin hûn dizanin.

Rûdaw: Hûn çep diçin.

Mustafa Erdogan: Erê, em çep diçin. Di dinyayê de tenê em çep diçin. Îcarê me li wê derê dest pê kir. Paşê me li dibistana mezin a zanîngehê berdewam kir. Gava min li Zanîngeha Hacetepeyê felsefe dixwend me hinekî din pêş ve bir. Dîtinên dî ya baleyê, ya modern me têkil yek kir. Me hinek tişt li gorî vedîtina xwe veguherandin. Paşê ne bi tenê lîstikên Kurdan ên Anatolyayê hemî, hem çandên gelên ku li Anatolyayê dijîn. Me çanda wan jî sentez kir, me kom kir, bû dîtineke cuda.

Berî me kê şûlekî wiha kiriye? Li Rûsyayê, li dewletên Sovyetê wê hingê sala 1945an Moussief hebû, mamosteyê me ew bû. Min ew mînak girt. Eynî tiştê wî, eynî wekî wî me jî tiştekî wiha damezirand. Me gelek şûl kir. Nizanim me tiştekî baş kiriye yan na...

Rûdaw: Gelekî baş e lê te çawa ev qas kes anîne cem hev? Te çawa kom kirin, te ji kû anîn? Zehmet e

Mustafa Erdogan: Destpêkê de me îlan dan rojnameyan, me got lîstikvan û reqas bên. Ne lazim e ku profesyonel bin. Tenê kî dixwaze bila bê, wisa hatin. Me du salan wiha şûl kir, min du salan gelek xebatên giran kirin. Paşî hingê êdî niha ne hewce ye cuda ji derve bên lîstikvan. Me 12 mekteb hene, 12 mektebên akademiya dansê, ya muzîkê, ya hunemendiyê, ya şanoyê hene. Yên me wisa derdikevin tên.

Rûdaw: Mamosteyê wan ê destpêkê her tu bi xwe bûyî, tenê tu bûyî mamoste?

Mustafa Erdogan: Wa dibêjin, nizanim. Berê, ne niha. Niha konseyeke me ya hunermendiyê heye, ya dî jî li her mektebê 5 mamosteyên lîstikê hene. Yên dramayê heye, yên şanoyê hene, yên muzîkê hene, yên notayan hene. Niha bi qasî 2 hezar xwendekarên me hene.

Rûdaw: Di grûpa Anadolu Ateşiyê de hemû carê çend kes derdikevin ser sehneyê bi hev re?

Mustafa Erdogan: Em wê li gorî mezinahiya sehneyê diguherin. Carinan 40, carinan dibe 120, carinan dibe 150 lê îro em 100 kes bûn.

Rûdaw: Li Hewlêrê 100 kes derketin ser sehneyê. Heta niha hûn çûne çend welatan?

Mustafa Erdogan: Nêzîkî 120 welatan.

Rûdaw: Her tim hûn eynî lîstikvan in?

Mustafa Erdogan: Ji Zelandaya Nû bigire heta Amerîkayê, ji Sibîryayê bigire heta Behreynê, ji Meksîkayê bigire heta Misire. Em heta niha çûne 120 welatan.

Rûdaw: Hûn hemû carê hemû lîstikan pêşkêş dikin an hûn diguherin?

Mustafa Erdogan: Eynî ye, du kareografiyên me hene yên bi nav û deng. Yek ji wan Agirê Anatolyayê ye, ya din jî Troya ye. Troya hûn dizanin meseleyeke dîrokî ye, çîrokeke dîrokî ye, ya dî jî dahol heye. Sê kareografî û me niyet e em ên taze jî çêbikin, yên nû jî em çêdikin.

Rêya Armûşê niha em çêdikin. Rêya Armûşê ji Çînê dest pê dike û heta Stenbolê tê. Dê xebateke wisa hebe. Ya dî jî her mektebe, her yekê ji wan kareograafiyeke cuda heye. Yek ji wan Gilgamêşê dilîze, yek ji wan Çiyayê Agiriyê dilîze, ya ku Mamoste Yaşar Kemal nivîsiye. Destana Çiyayê Agiriyê. Wisa ne, ne wekî kurseke amator in, hemî profesyonel in.

Yekî ji wê derê derdikeve 5 salan, 6 salan an jî di 2 salan de ket û ket, cuda dibe dîtina îsanan. Derdikeve sehneyê li gel mezinan, a tîma ewil. Ew çend kes in? 120 lîstikvanên mezin hene, yên biçûk hene. Navê wan çirûsk e, Çirûskên Agirî.

Rûdaw: Di demeke ku trenda dinyayê dansên Latîn in, dansên modern in we çawa karîbû van dansên herêmî bi xelkê bidin hezkirin?

Mustafa Erdogan: Me berê jî dizanî, tiştê me kirî hemî baş û navdar li dinyayê tên begemkirin lîstikên me ne. Folklora me her car gava em çûne ji derve me xwe pêşandar dikir me dît ev rûmeteke gelekî girîng e ji bo me. Lazim e em qîmeta vî şûlî bikin, Rûsan eynî tişt di wextekî de kiriye, ya Moussief. An jî Îralanidyan jî şûlên wisa kirine. Komên wan jî gelekî navdar in, ew jî lîstikên xwe û çandên xwe tînin ber sehneyê.

Me jî got em sentezeke wisa çêkin, dewlemend e çanda me. Ya Antolyayê, ya Mezopotamyayê. Îca me Anatolya û Mezopotamya tevlîhev kir, tiştekî bi rûmet derketiye.

Rûdaw: Kurdîtiya de di grûpa Anadolu Ateşiyê de, di lîstik û dansên wê de tê dîtin? Eger kesen temaşeyî Anadolu Ateşî bike dê fêhm ku Mustafa Edrogan Kurd e?

Mustafa Erdogan: Dê bizane ku ev mêrik Kurd e û Culemêrgî ye. Em car car jî çep dilîzin. Cara ewil gava me dest pê kir ji xwe Kurdî qedexe bû. Sala 2000î, hingî li Tirkiyeyê Kurdî qedexe bû. Dengbêjekî me heye, Culemêrgî ye, Pinyanişî ye. Straneke Pinyanişiyan heye niha di nava projeyê de, di nav Anadolu Ateşî de. Di nav Troyayê de jî Fadil heye, dengbêjekî gelekî meşhûr e û mirovekî bi rûmet e, dengê wî jî heye.

Rûdaw: We temaşevanên Herêma Kurdistanê çawa dîtin?

Mustafa Erdogan: Me temaşevan nedîtin, hinek kêmasiyên organîzasyonê hebûn. Em gelekî derneg derketin. Em 150 kes hatin vê derê lê organîzasyon piçekî sist bû. Em gelekî dereng derketin lê dîsa jî ji bo min serbilindahiyeke gelekî mezin e. Em cara yekem, cara ewil hatine Kurdistanê, hatine welatê xwe. Ez gelekî memnûn im. Ji niha û pê ve jî îşala em dê dîsa bên.

Rûdaw: Plan û projeyên we berdewam dikin? Niha çi li pêşiya we ye weke Andolu Ateşî?

Mustafa Erdogan: Ez dixwazim li vê derê mektebekê ava bikim. Akademiyeke hunermendiyê, ya dansê ya şanoyê, ya muzîkê. Me niyet e li vê derê jî...

Rûdaw: Li Hewlêrê?

Mustafa Erdogan: Belê. Li Hewlêrê be, li Herêma Kurdistanê be. Min divê li vê derê mektebekê ava bikim. Ez zanim jî dê gelekî çî xweşiya mirovan. Xelkê me hez ji lîstikan dike, xelkê me hez ji folklora xwe dike, xelkê me hez ji çanda xwe dike.

Îca zarokên me jî gelekî jîr in, baş in bo hindê. Îro jî min dît, di nav temaşevanan de zarok jî dilîstin. Êdî ez hêvîdar im em dê li vê derê jî akademiyeke înternasyonal vekin.

Rûdaw: Birêz Erdogan...

Mustafa Erdogan: Kurdiya min çawa ye?

Rûdaw: Gelekî baş e.

Mustafa Erdogan: Nebirin van deran ha!

Rûdaw: Na na.

Mustafa Erdogan: Bila vanan jî biweşînin ku..

Rûdaw: Na na, gelekî baş e. Di jiyana te ya rojane de Kurdî çi qasî li pêş e?

Mustafa Erdogan: Ez li gel dê û bavê xwe zêde zêde bi Kurdî diaxivim, ez li gel zarokên xwe jî bi Kurdî diaxivim.

Rûdaw: Bi Kurdî dizanin?

Mustafa Erdogan: Atlas zêdetir baş e, yê dî hêdî hêdî fêr dibin.

Rûdaw: Pêwendiyên te li gel Culemêrgê çawa ne?

Mustafa Erdogan: Ez aşiqê Culemêrgê me, ez dibêjim Culemêrgî bûn cudatî ye. Bo çi? Em çep dilîzin, zimanê me ne nêzîkî Diyarbekirî û urfayiyayan e. Zimanê me nêzîkî vê derê ye.

Rûdaw: Hûn Behdînî ne.

Mustafa Erdogan: Îca di nava Tirkiyeyê û wan çiyayan de... Nizanim tu çûyî Culemêrgê...

Rûdaw: Ez çûme, belê.

Mustafa Erdogan: Tu çûyî Culemêrgê?

Rûdaw: Erê erê, gelekî xweş e.

Mustafa Erdogan: Cihekî gelekî xweş e. Yanî cografya, çiyayên me, gelekî xweş e. Hindî min wext dît salê carekê du caran diçim. Diçime nava Culemêrgê, diçime gundan. Nava Culemêrgê qet şibî berê nîne. Ne wek berê ye, piçekî xerab kirine. Apartman û bînayên nizanim vajî, ne estetîk lê belê gund. Neşiyaye gundan xerab bikin, neşiyaye çiyayan xerab bikin.

Rûdaw: Ew weke xwe mane.

Mustafa Erdogan: Erê, zozanêt me gelekî xweş in.

Rûdaw: Em dê di dema pêş de Mustafa Erdogan zêdetir li Herêma Kurdistanê bibînin?

Mustafa Erdogan: Welehî me niyet e. Me dixwest, vê carê destpêkek bû. Îşalah dê berdewam bike.

Rûdaw: Gelekî spas ku we deam xwe da me ji bo vê hevpeyvîne, zor zor spas.

Mustafa Erdogan: Em ê yekûdî dîsa bibînin.

Rûdaw: Hêvî dikim.

Mustafa Erdogan: Li ser çavên min.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst