Akademîsyenê Kurd Prof. Dr. Hamît Bozarslan li ser pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê got, “Divê meriv piştgiriya DEM Partiyê bike, ji ber ku divê Kurd nebin sebeb ku ev pêvajo bê şikandin.”
4emîn Konferansa Navneteweyî ya Lêkolînên Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê ya Hewlêrê tê lidarxistin.
Konferans roja Sêşemê dest pê kir û roja Pêncşemê bi dawî dibe.
140 lêkolîner ji 27 welatan ji bo ku lêkolînên xwe yên zanistî pêşkêş bikin li Hewlêra paytext civiyan.
Nivîskar û Akademîsyenê navdar ê Kurd Prof. Dr. Hamît Bozarslanê ji navçeya Licê ya Ameda Bakurê Kurdistanê yek ji mêhvanên girîng ên konferansê bû û wî gotarek pêşkêş kir.
Hamît Bozarslan li konferansê pirsên rojnamegerê Rûdawê Ferdî Sak ên li ser pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bersivandin.
Prof. Dr. Hamît Bozarslan qala girîngiya pêvajoyê jî kir û anî ziman:
“Bahçelî û Erdogan dixwazin meseleya Kurdan wekî meseleya terorê bibînin lê ev ne meseleya terorê ye.”
Akademîsyenê Kurd Prof. Dr. Hamît Bozarslan li gelek zanîngehên Ewropayê li ser dîroka Kurdan û siyaseta navneteweyî dersan dide.
Hamît Bozarslan bal kişand ser dîroka têkoşîna Kurdan û da zanîn:
“Kurd ji aliyê emperyalîzmê ve nayên manîpulekirin, daxwazeke wan heye û daxwaza wan 100 sal e li wir e û eger merin pirsa emperyalîzmê bike, empyalîzm û Tirkiyeyê bi hev re Kurdistan dabeş kir.
Yanî di wî aliyî de de divê meriv pir dîqet bike lê li aliyê din jî divê meriv piştgiriya DEM Partiyê bike. Meseleya Kurdistanê di heman demê de, meseleya demokrasiyê ye li Tirkiyeyê.”
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Akademîsyenê Kurd Prof. Dr. Hamît Bozarslan re:
Rûdaw: Nivîskar û akademîsyan Profesor Dr. Hamît Bozarslan hûn bi xêr hatin Hewlêrê. Mamoste dixwazim derbarê pêvajoya ku niha li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurdan dest pê kiriye her çend hikûmet dibêje Tirkiyeya Bêteror lê DEM Partî wekî pêvajoyeke çareseriyê dibîne, hûn dixwazin li ser wê çi bibêjin, nêrîna we ya li ser vê pêvajoyê çi ye?
Hamît Bozarslan: Divê meriv piştgiriya DEM Partiyê bike, ji ber ku divê Kurd nebin sebeb ku ev pêvajo bê şikandin lê berê 2 tişt hene, gelekî girîng in her du tişt. Ya pêşîn meseleyaya Kurdan ne meseleyaya terorê ye, Bahçelî û Erdogan jî dixwazin wekî meseleyayeke 40 salî wekî meseleyaya terorê bibînin. Meseleyaya Kurdan 100 sal e heye û ew meseleya meseleyayeke milî ye, meseleyaya gelekî ye, meseleyaya daxwaza yekîtî û azadiya miletekî ye, ew gelekî muhîm e ku em li ser bisekinîn. Ya duyan jî, Erdogan jî, Bahçelî jî dibêjin ku meseleyaya Kurdan ji aliyê emperyalîzmê ve yan jî Siyonîzmê ve tê bikaranîn, na, meseleyaya Kurdan bi serê xwe ye. Kurd ji aliyê emperyalîzmê ve nayên manîpulekirin, daxwazeke wan heye û daxwaza wan 100 sal e li wir e û eger merin pirsa emperyalîzmê bike, empyalîzm û Tirkiyeyê bi hev re Kurdistan dabeş kir. Yanî di wî aliyî de de divê meriv pir dîqet bike lê li aliyê din jî divê meriv piştgiriya DEM Partiyê bike. Meseleya Kurdistanê di heman demê de, meseleya demokrasiyê ye li Tirkiyeyê.
Rûdaw: Destpêkirina vê pêngavê ya ji aliyê kesayetiyekî wekî Bahçelî hûn çawa dinirxînin?
Hamît Bozarslan: Ew jî gelekî zehmet e, ji ber ku kod û şîfreyên vê meseleyayê nînin di destê me de. Bahçelî çima dest bi vê kir? Dibe ku li aliyekî fikrek hebe ku ev meseleya nikare berdewam bike. Divê gav bê avêtin. Ya duyan, wî tiştekî pir vekirî got, yanî meha 10an pir bi şiklekî vekirî got, em naxwazin Îsraîl bikeve nava vê meseleyayê û ji bo Siyonîzm nekeve nav divê em meseleyayê hal bikin, wekî meseleyaya terorê hal bikin.
Rûdaw: Em dibînin ku li Tirkiyeyê aniha Kurd li bendê ne, hinek gav bên avêtin lê Rêberê PKKyê 27 Sibatê bangî hêzên PKKyê kir ku çekên xwe deynin û di wê metna hatiye ragihandin de jî zêde tişt derbarê mafên Kurdan nebûn. Hûn banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan çawa dinirxînin ji bo vê pêvajoyê?
Hamît Bozarslan: Ez li ser wê tiştekî nikarim bibêjim, tenê tiştekî vekirî heye, yanî PKK 10 sal in li Bakur şer nake. Yamî meseleyaya şer li pişt me ma, dewreke din bû şer. Îro ji bo Kurdan tiştê herî girîng ew e ku hebûna wan bê qebûlkirin, zimanê wan bê qebûlkirin. Meseleya Kurdan meseleyeke meşrû ye, ne meseleya terorê ye, ew meşrûiyet tiştekî pir muhîm e. Yanî ew tê wê maneyê ku Kurd bû hezar sal in li wir in, dozeke Kurdan heye, daxwazên Kurdan hene, Kurd naxwazin însanên din bipelçixînin û naxwazin bên bipelçixandin, Kurd dixwazin wekî subjektên kolektîf bên naskirin. Meseleya Kurdan li hemû Kurdistanê, li her çar parçeyên Kurdistanê, meseleya naskirinê ye, ew naskirin tişekî muhîm e ji bo Kurdan. Ez bawer im ku civaka Kurdi jî li ser wê meseleyê gelekî hesas e, naxwaze di wê meseleyê de tewîzan bide û ji xwe eger dewlet tiştekî neke, meriv nikare bêje ke meseleya Kurdam hal bûye.
Rûdaw: Hûn pêşbîniya çareseriyeke çawa ji bo Kurdan li Bakurê Kurdistanê dikin, wekî nimûne, statuyek tiştekî çawa ji bo Kurdan herî guncav e?
Hamît Bozarslan: Ew jî zehmet e ku meriv bêje, divê werin nasandin. Wekî subjektên kolektîf werin naskirin û talebên xwe ew bixwe bînin ziman.DEM Partî be, şaredariyên Kurdistanê bin, civaka Kurdistanê be, rewşenbîrên Kurdistanê bin, heqê wan hebe ku talebên xwe bînin ziman. Talêbên wan muhîm in, ew diçin dixwazin, ew dê biçin statuyê bixwazin, dê otonomiyê bixwazin, dê federasyonê bixwazin, belkî tenê otonomiyeke kulturî bixwazin, ez nikarim li şûna wan tiştekî bibêjim, tenê divê ew bên nasandin, hebûna wan bê qebûlkirin ku talebên wan jî bên qebûlkirin.
Rûdaw: Jixwe Tirkiye dibêje, aniha me Pirsgirêka Kurdan piranî çareser kiriye le dibêje zimanê Kurdî êdî li mekteban tê xwendin. Bi nêrîna we tenê meseleya Kurdan pirsa ziman û çandî ye?
Hamît Bozarslan: Meseleya ziman nehatiye halkirin, li ser ziman hîn gelek jî pelçixandin hene, nivîskarên Kurd tên pelçixandin, li gelek cihan meriv nikare li ser Kurdî, dîraseyê çêbike, li ser dîroka Kurdistanê meriv nikare dîraseyê çêbike, tezan çêbike, na na ew meseleya yek ji wan meseleyan e ku hal nebûye. Tenê hebûna zimên hatiye qebûlkirin, 40 sal berê ew jî qedexe bû, meseleya Kurdan ne tenê meseleya qebûlkirina ziman e, meseleya Kurdan ew e ku kî li ser navê Kurdîtiyê qise dike û li ser navê Kurdîtiyê çi taleb dike, divê ew taleb bên qebûlkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse