Almanya dirêjkirina dema erkê hêzên xwe gotûbêj dike

3 demjimêr berê
RÛDAW
Leşkerên Almanyayê yên li Hewlêrê / Wêne: Kay Netfield
Leşkerên Almanyayê yên li Hewlêrê / Wêne: Kay Netfield
Nîşan Almanya Leşker Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Almanyayê dirêjkirina dema erkê hêzên welatê xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Hikûmeta Almnayayê bi projeyasayekê daxwaz ji Parlamentoya welatê xwe kir ku dema erkê hêzên xwe yên li Îraq û Herêma Kurdistanê  heta Kanûna Paşîna 2026ê dirêj bike.

27ê Îlonê di Parlamentoya Federalî ya Almanyayê de xwendina yekem bo projeyasayê hat kirin.

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius ji parlamenterên welatê xwe re got  ku tevgerên DAIŞê li Îraqê berdewam in û hîn erkekî girîng ê hêzên Alman li wê derê maye.

"Em dê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re di hevahengiyê de bin"

Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Boris Pistorius wiha pê de çû:

"Erkê NATOyê yê li Îraqê pêwîst e li gorî daxwaza Îraqê berdewam be.

Erkê Hevpeymaniya Navneteweyî di siberojê de bi dawî dibe.

Em dê bi hevbeşên xwe yên navneteweyî re bi Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê van pêşhateyan de di hevahangiyê de bin.

Em li bendê ne di demeke nêzîk de encam diyar bibin."

Piraniya parlamenterên desthilat û mixalefetê piştgiriya dirêjkirina erkê artêşa welatê xwe ya li Îraq û Herêma Kurdistanê dikin.

"Em hevpeymanên xwe bi tenê nahêlin"

Parlamenterê Partiya Keskan Max Lucks wiha anî ziman, "Ez di tîrmehê de li Herêma Kurdistanê bûm.

Dema ku hûn diçin Dihokê yan Hewlêrê û ligel hevpeymanên me yên Kurd diaxivin wate Pêşmergeyan ku roleke sereke di têkşikandina DAIŞê de hebûn dibêjin, `Tikaye bimînin, pêwîstiya me bi piştgirî, man û alîkariya we heye.`

Em bi dirêjkirina vî erkî peyamekê dişînin ku em hevpeymanên xwe yên li herêmê tenê nahêlin."

Projeyasa daxwaz dike 500 leşker li Îraq û Herêma Kurdistanê bên hiştin.

Parlamentera bi eslê xwe Kurd a ser bi Partiya Çep Gokay Akbulut  dibêje, pêwîst e hikumeta Almanyayê ji rewşa Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di jêr desthilata HSDê de  jî agahdar be.

"Divê Tirkiye êrişên xwe yên li Bakurê Sûriyeyê rawestîne"

Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut wiha axivî:

"Metirsiya bihêzbûna DAIŞê niha li Bakurê Sûriyeyê ye, ne li Îraqê ye.

Tirkiyeya hevpeymana NATOyê jî çend sal in bi awayekî rêkxistî Rêveberiya Xweser a Kurd bombebaran dike, di demekê de ku Kurdan li wê derê bi hezaran DAIŞî girtine.

Birêz Boris Pistorius eger tu dixwazî bi awayek serkeftî rûbrûyî DAIŞê bibî, wê demê pêwîst e kar li ser wê yekê bikî ku Tirkiye êrişên xwe yên li Bakurê Sûriyeyê rawestîne."

Niha projeyasa li ber destê lîjneyên Parlamentoya Almanyayê ye da ku gotûbêj bikin û di rûniştinên bê de biryar li serê bê dayîn berî ku erkê hêzên Alman 31ê Çiriya Pêşîn de bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst