Îraq û Îsraîl ji lîsteya bazirganiyê hatin derxistin: 'Dê zirarê bide bazirganiya herêmê'

19-01-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Lîsteya Bazirganiyê Tirkiye Îsraîl Îraq Herêma Kurdistanê Mihemed Kaya Şah Îsmaîl Bedirxanoglu
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyeyê lîsteya 2024an a welatên ku dixwazin bi wan re bazirganiyeke xweş bikin, belav kir.

Îraq û Îsraîl ji wê listeyê hatin derxistin.

Tirkiyeyê ji xeynî Îraq û Îsraîlê, welatên wekî Mozambîk, Komara Kongoyê û Sûdanê jî ji lîsteya xwe ya bazirganiyê derxist.

Di şûna van welatan de 9 welatên din li lîsteya xwe zêde kir ku Urdin, Uman, Portekîz, Cezayîr û Bangladeş jî hene.

Ev biryar dê zirareke mezin bigihîne bazirganiya di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de.

“Ev biryar dê zirarê bide bazirganiya vê herêmê “

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mihemed Kaya got:

“Gelo em zexîre û xorekê ji xeynî Herêma Kurdistanê û Îraqê dikarin evqasî bi hêsanî bifiroşin kîjan welatî?

Herêma me, bajarên me di serê bajarên handana geşedanê de ne. Îro li reqema hinardekirina Mêrdînê binêrin ji sedî 90ê wê bo Îraqê ye. Şirnex dîsa wisa.

Li Dîlokê binêrin piraniya hinardeya xwe ji Iraqê û Kurdistanê re kiriye. Li Mêrsînê binêrin dîsa wisa ye. Ev biryar dê zirarê bide bazirganiya vê herêmê.”

Li gorî rêveberên Komeleya Karsaz û Pîşesazan jî ev biryar dê di aliyê derûniyê de karsazan bixe tengasiyê.

Lewra ev tê wê wateyê ku Tirkiye ji karsazan re dibêje nekevin wê bazarê.

Ger karsaz destê xwe ji vê bazarê bikişînin herî zêde jî Başûrê Kurdistanê dê xisar bike.

“Ew welat ne li gorî bazirganiyê ne”

Serokê GUNSÎADê Şah Îsmaîl Bedirxanoglu wiha anî ziman:

“Armanca vê lîsteya bazirganiyê tê vê wateyê ku ew welat ne li gorî bazirganiyê ne.

Li wan welatan bazirganiyeke bi îstikrar, bi rêk û pêk û bi ewlehî çênabe.

Wezareta Bazirganiyê derbarê vê yekê de tirs û xofa xwe, teredûta xwe vegotiye.

Yanî wekî encam ev biryar eleqeya xwe zêdetir bi politîkaya derve ya Tirkiyeyê heye.”

Piştî sala 2014-15an cara yekemîn e ku di salên 2022 û 2023an de bazirganiya navbera Îraq, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de gihişt derdora 10 milyar dolaran.

Piştî vê biryarê, karsaz ketin nava tirs û xofeke mezin û nizanin ka ev biryar dê bandoreke çawa li ser bazarê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst