Lahûr Şêx Cengî: Ez bawer nakim ku PDK û YNK zû hikûmetê pêk bînin

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Lahûr Şêx Cengî PDK YNK Bereya Gel
A+ A-

Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî ragihand ku PDK û YNK di demeke nêzde hikûmetê pêk nayînin.

Lahûr Şêx Cengî  her wiha got, "Aliyek heye ku dixwaze pêkanîna hikûmetê bigihîne hilbijartina Îraqê, da ku postên Hewlêr û Bexdayê bi hev ve bên girêdan."

Lahûr Şêx Cengî derbarê hilbijartina Parlamentoya Îraqê diyar kir, wan amadehiyên xwe kirine, lê kirina hilbijartinê girêdayî serkeftina danûstandinên Îran û Amerîkayê ye.

Derbarê beşdariya wan di hikûmeta bê de, Lahûr Şêx Cengî got: "Bafil Talebanî wekî Serokê YNKyê telefonî min kir."

Her wiha Lahûr Şêx Cengî diyar kir, "Me ji şandeya PDKyê re got eger hisabê du kursiyan ji me re bikin em gotûbêj nakin çîmkî dengê me li kolanan zêdetir e ji ya ku ji sindoqên dengdanê derketine."

Lahûr Şêx Cengî got ku piştî civîna wan a li gel şandeya PDKyê, Mesrûr Barzanî bi telefonê pê re axiviye derbarê beşdariya wan di hikûmetê de, lê wî gotiye, "Eger Herêma Kurdistanê bibe du zon (herêm) ez dê dengê xwe nedim."

Serokê Bereya Gel Lahûr Şêx Cengî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê, hilbijartinên Îraqê, rewşa Kurdan a li Rojavayl Kurdistanê û dan û standinên Amerîka û Îranê pirsên Senger Ebdulrehman bersivandin.

Rûdaw: Ez ji Herêma Kurdistanê dest pê dikim. Şeş meh in hilbijartina parlamentoyê hatiye kirin, heta niha parlamentoyê tenê yek rûniştin kiriye û serokatî nehatiye hilbijartin. PDK û YNK di gotûbêjên avakirina hikûmetê de ne. Tu bawer dikî ku ev gotûbêj ber bi ku ve diçin? Bi dîtina te, kengî dê Hikûmeta Herêma Kurdistanê were avakirin?

Lahûr Şêx Cengî: Ev erk dikeve ser milê PDK û YNKyê bi rastî, ku serkeftiyên hilbijartinê ne, eger bi dîzaynkirî be jî bi sextekiyê be jî, erk li ser milê wan e. Me dît ku di rojên borî de çend civîn pêk anîn, lê ya ku ez dibînim ji her du aliyan ez bawer nakim ku bikaribin zû hikûmetê pêk bînin. Pirsgirêk li ser hemû tiştan heye. Ji vî alî û wî alî dibihîzim, yek ji aliyan dixwaze ku mijarê bigihîne hilbijartinên Îraqê, da ku li wir li ser postan li hev bikin, li ser postan gotûbêjan bikin. Wekî postên Serokkomarê Îraqê, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Rûdaw: Beriya destpêkirina gotûbêjên PDK û YNKyê, hem YNK hem jî PDKyê wisa bawer dikim ku destpêşxeriyek ji we re kirin da ku hûn beşdarî hikûmetê bibin. Çima we beşdarî nekir?

Lahûr Şêx Cengî: YNK bi fermî na, tenê pêwendiyeke telefonî di navbera min û Kek Bafil de hebû. Ango Kek Bafil bi fermî wekî YNK ji me re ti pêşniyarek nekir, tenê şandeya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya Kek Hoşyar Zêbarî hatin serdana me. Bi rastî me ji wan re got eger hûn hesaba du kursiyan ji me re bikin, em ne amade ne ku em werin û bi we re gotûbêjan bikin, çimkî em dizanin dengên me li ser cadeyan in, dengê me di nav sindoqan de nîne, ew hilbijartin sexte û dîzaynkirî bû, eger bi hesabê du kursiyan bi me re mameleyê bikin em ne amade ne.

Em pir li pey postan jî nagerin, bi rastî ya ku ji bo me girîng e hikûmeteke seranserî be û destê partiyê jê dûr were xistin. Ev ya ku me di çar salên borî de dît, mixabin partî bi tevahî bi ser saziyên hikûmetê de zal e, em çend salan hewl da ku em saziyên xurt ava bikin, em dibînin ku ew roj bi roj ber bi lawaziyê ve diçin. Ya ku li cem me girîng e, bi rastî rewşa xelkê ye, rewşa mûçe û jiyan û debara xelkê ye, xizmetguzarî ye û hikûmeteke seranserî ye û ev du-zonî ku bi rastî beroka gelê Kurd girtiye bi qasî 30 salan e, divê bi dawî be. Eger ew nebe, dê gotinên me yên din jî hebin.

Rûdaw: Dê gotinên we yên çi hebin?

Lahûr Şêx Cengî: Em dê hemû rêyan bigirin ber çavan. Min ji Kek Mesrûr re jî got, dema ku wî telefon ji min re kir û daxwaz kir ku ez beşdarî hikûmetê bibim. Min jê re got ez dixwazim hûn û YNK vê mijarê zelal bikin, carekê em bizanibin çi tê serê we, tenê daxwazek min hebû ku ez ê bibim kesê yekem ku dê deng ji min derkeve, eger ez bizanim ku hûn hikûmetê pêk tînin û dîsa zon tê dabeşkirin û PDK dê li şûna hikûmetê be.

Rûdaw: Ji bilî civîna bi şandeya Partiyê re, Kek Mesrûr jî têkilî bi we re daniye ji bo beşdarîkirina di hikûmetê de?

Lahûr Şêx Cengî: Belê ez carna bi Kek Mesrûr re diaxivim, belê piştî civîna me ya bi şandeya Partiyê re, wî têkilî bi min re danî. Min ew daxwazî kir. Min got ez ji we re serkeftinê dixwazim, lê bawer bin ez ê bibim kesê yekem ku gelek bi tundî li dijî we rawestim, eger ez bizanim ku hûn hikûmetê pêk tînin, lê ew ê bibe hikûmeteke tenê ji şiklê xwe ve, û weke niha dibêjin Herêma Kurdistanê heye û yek hikûmet heye, lê di naveroka xwe de bi rastî du hikûmet in, du zon in û partî li şûna saziyan biryarê dide.

Rûdaw: Hûn ji bo hilbijartina Parlamentoya Îraqê amade ne?

Lahûr Şêx Cengî: Em mijûl in. Dibe ku hewlek ji aliyê hêz û aliyên derveyî PDK û YNKyê hebe. Em bigihêjin hilbijartinan yan na, ew girêdayî danûstandinên Îran û Amerîkayê ye. Ez bawer dikim ku eger Îran û Amerîka negihîjin cûreyekî ji lihevkirinê, ez di wê baweriyê de me ku hilbijartina parlamentoya Îraqê nayê kirin. Yan jî dê pirsgirêk jê re bên çêkirin. Pirsgirêk dê li Bexdayê jê re bên çêkirin.

Rûdaw: Ev yeka hanê valahiyeke destûrî çênake? Çimkî piştî 2005an hilbijartin li Îraqê hatiye bipaşxistin.

Lahûr Şêx Cengî: Kêm qewimiye, lê tevlihevî dê bibe para Îraqê. Bi rastî ya ku ez pê dizanim, eger lihevkirin di navbera Îran û Amerîkayê de neyê kirin, gelek pirsgirêk dê berê xwe bidin Îraqê.

Rûdaw: Mebesta te çi bû ji hêzên li derveyî PDK û YNKyê, hûn dixwazin hevpeymaniyan çêkin, an jî hêzekê biafirînin?

Lahûr Şêx Cengî: Eger her tiştekî di berjewendiya wê de be ku dengê Kurd di herêmên jêveqetiyayî winda nebe. Ez ji projeyeke wiha hez dikim, çimkî ez di borî de jî, dema ku Encûmena Parêzgehan hebû, min dikarî beşdarî bikira û yan kursiyek bidesta xim yan jî dengê Kurd bişewitînim, min projeyekê arasteyî PDK û YNKyê û hemû aliyan kir da ku Kurd hewl bide bi yekdengî beşdarî bike, ji ber ku delîvek li ber Kurd hebû ku 51 bi dest bixin, wê demê dê hembêza xwe ji bo Ereb û Tirkmenan vekira ji hêla hêzê ve, lê me dît ku nekirin. Niha jî ez her projeyekê di xizmeta wê de be ku dengê Kurd zêde bike, yan jî nehêle ku dengê Kurd winda bibe di herêmên jêveqetiyayî de, bi taybetî li Kerkûkê, ez amade me pêşwaziya her projeyeke wisa bikim.

Rûdaw: Niha YNK pêşniyarek ji PDKyê re kiriye ji bo ku bi hev re lîsteyekê ava bikin. Eger pêşniyarek wisa ji we re jî were kirin, helwesta we dê çi be?

Lahûr Şêx Cengî: Eger Kurd amade be ku bi yek lîsteyê dakeve Kerkûkê, ez amade me ku ez nebim jî namzed, ez bi xwe mal bi mal ji bo wan digerim. Di oxira wê projeyê de ku divê Kurd yekdeng bin. Mijar ji min û namzedekî min û ji partiyekê mezintir e. Ev nasnameya neteweyekê ye ku hêdî hêdî ji dest diçe, bi rastî winda dibe.

Rûdaw: Kek Lahûr, te behsa Îran û Amerîkayê kir. Gelo Amerîka wan gefên ku li komên çekdar ên li Îraqê dixwe, dê bi cih bîne?

Lahûr Şêx Cengî: Heta niha ti gefên bi wî rengî nexwariye. Ev hikûmeta nû sê-çar meh in zêdetir bi şerê Ukraynayê û şerê Xezeyê ve mijûl bûye. Siyaseta vê carê ya Amerîkayê ji bo Rojhilata Navîn ew e ku ji çavê Îsraîlê ve li tiştan dinêre. Piştî bûyerên Xezeyê, metirsiya herî zêde ji Îraqê ve li ser Îsraîlê çêbûye. Ez bawer dikim ku ya li Sûriyeyê qewimî, tenanet li Îraqê jî karekê dikin ku careke din nikaribin ji Îraqê ve gef li Îsraîl û hevalbendên Amerîkayê yên li Kendavê bikin.

Rûdaw: Gefa Amerîkayê ya li komên çekdar ên li Îraqê cidî ye.

Lahûr Şêx Cengî: Bi ya min cidî ye.

Rûdaw: Yanî ew yek ku 'eger hûn çekan daneynin em dê li we bidin'?

Lahûr Şêx Cengî: Wekî min got ev hêz û kom bûne metirsî li ser berjewendiyên Amerîkayê û hevpeymanên wê li herêmê, mijar ne tenê Amerîka bi xwe ye. Bi ya min divê çengê van hêzan were girtin, ku di borî de li derveyî qanûnê bûn û li derveyî desthilata hikûmeta Îraqê hin biryar dan û hin tevger kirin. Vê carê divê dawî li van tevgerên wan were anîn bi xweşî an bi nexweşî.

Rûdaw: Hikûmeta Îraqê dikare wan kontrol bike?

Lahûr Şêx Cengî: Na, na rast e min guh da birêz Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî ku behsa Heşda Şebî kir û got ew di bin kontrolê de ne, lê bi ya min na. Hikûmeta Îraqê ferman li wan nekiribû ku li Îsraîl û keştiyên Amerîkayê bixin, lê me dît ku zêdetirîn gef ji Îraqê dihatin kirin. Yanî di bin kontrola hikûmetê de nebûn.

Rûdaw: Nêrîna cenabê te li ser Rojavayê Kurdistanê û ya ku li Sûriyeyê heye çi ye?

Lahûr Şêx Cengî: Niha rastiyeke nû çêbûye, divê ew xwe biguncînin. Ya ku ez dibînim ew niha bi aqilî gav avêtine. Amerîka jî li ser xetê ye, tevî ku dibe ku pir bi eşkereyî nebe, lê em dibînin ku hin danûstandin û cureyekî lihevkirinê bi hikûmeta navendî re hatiye kirin, yan ew agirbestê niha heye, ku Tirkiye mînak êrişî Bendava Tişrînê nake, cureyekî diyalogê çêbûye. Bi ya min derfeteke baş li ber destê Kurdan ên li Sûriyeyê heye ku hewl bidin lezê li gelek tiştan nekin, ji ber ku bi rastî ez bi xwe pir piştrast nîm ji wê rewşê ku li Sûriyeyê derbas dibe. Ji ber ku Ehmed Şer (Colanî) kontrola hemû tiştan nake, gelek herêm ne di bin destê wî de ne, gelek komên cuda hene, paşê di destûrê de jî ti mafên Kurd û pêkhateyên din tune ne.

Rûdaw: Lê destûr demkî ye?

Lahûr Şêx Cengî: Rast e demkî ye, lê dikarî niyetpakî nîşan bidî. Ew aqilantir bû ku niha hemû pêkhate bianîna cem hev û di paşerojê de ew dê derfetek ji wan re hebe, lê niha tu otomatîkî hatiye û her ji niha ve derî li ber hemûyan daxistiye ev derî li ber tiştên din vedike, ji wan jî destêwerdana herêmî û welatên din.

Rûdaw: Bi ya te paşeroja Kurdan a li Sûriyeyê dê çawa be?

Lahûr Şêx Cengî: Kurd êdî bixwazî bi rengekî ji rengên cihpêyê xwe qahîm kiriye, şerê DAIŞê kiriye, hin tişt di destê Kurdan de ne, ji wan girtiyên DAIŞê, ku ev ji bo welatên Ewropî û Amerîkayê tiştekî girîng e, madenekî ye û di destê Kurdan de ye û dikarin bi kar bînin. An jî Kampa Holê, ev tiştekî ye ku tenê Kurd dikarin parastina wan bikin. Kurd her çi qasî reh daye, lê paşeroja wî girêdayî danûstandinên Kurd û Tirkiyeyê û pêvajoya aştiyê ye.

Rûdaw: Pirsa min a dawî ji cenabê te li ser Parlamentoyê ye, kengî tu dest ji kar dikişînî?

Lahûr Şêx Cengî: Demeke dirêj e min name ji Komîsyona Hilbijartinên Îraqê re nivîsiye, diyar e wan got bi gorî qanûnê divê piştî rûniştina yekem û duyem be. Ew kesê ku dê were şûna min, divê sond bixwe.

Rûdaw: Yanî tu naçî Parlamentoyê?

Lahûr Şêx Cengî: Na ez naçim Parlamentoyê.

Rûdaw: Gelek spas dikim Kek Lahûr.

Lahûr Şêx Cengî: Spas ji bo cenabê te, gelek spas ji bo we jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst