Zara: Muzîka Kurdî her dem perçeyek ji min bûye

18-05-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Zara Klama Dilê Min Muzîka Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Stêrka muzîka popa Rûsyayê û hezkiriya Kurdan stranbêja navdar a Kurd Zara (Zara Mihoyan) yekem albuma xwe ya bi Kurdî derxist

Hunermenda cîhanî ya Kurd Zara, albuma xwe ya bi Kurdî bi navê “Klama Dilê Min” ku ji 10 stranan pêk tê li ser hemû platformên dijîtal ên muzîkê belav kir.

Di albûmê de stranên gelêrî yên berê û besteyên resen hene:  Keça Kurdim (Muzîk: Yasmin Levy, Gotin: Tara Mamedova) Emanê (Muzîk: Yasmin Levy, Gotin: Tara Mamedova), Dayê (Muzîk: Yasmin Levy, Gotin: Tara Mamedova), Ez Kevokim (Gelerî), Ez Berfim (Gelerî), Welatê Min (ligel Şivan Perwer duet.  Muzik: Yasmin Levy, Gotin: Tara Mamedova), Lê Lê Rihê (Gelerî),  Girê Sîra (ligel Tara Mamedova duet), Keynê (Gelerî), Newroz (Gelerî).

Di çêkirina muzîkê de bi piranî tembûr, zirne, ûd, def, dohol û enstrumanên din ên neteweyî hatine bikaranîn.

Zara dibêje:  "Demeke dûr û dirêj bû ku min xwe ji bo tomarkirina albûmeke etnîkî ya bi zimanê bav û kalên xwe amade kiribû."

Zara, naveroka stranên Kurdî weha wesf dike: “Her stranek di albûmê de karakter, hest û dîroka xwe heye. Di muzîka gelê min de gelek reng, nîvton û kûrahî hene. Muzîka Kurdî behsa jiyan û evînê dike, di heman demê de muzîka Kurdî bi hesreta niştîmanê ve û bi rêwîtiya giyana mirovan ve girêdayî ye.”

Hunermenda Kurd Zara herwiha dibêje: “Ez evîna welatê xwe, hesreta windakirina wê distirêm. Ez derbederiya ku hatine serê gelê Kurd distirêm. Ez evîna dayikê distirêm: Evîna bê şert û merc. Di van stranan de hem cihê evîn û hem jî bendewariya evîndar heye. Muzîka kurdî tije bi jiyan û azadî ye!”

 Berê Zara bi zimanên Kurdî, Sirbî, Ermenî, Îbranî, Îtalî, Fransî, Ukraynî û gelek zimanên din stran pêşkêş kiribûn.

Zara destnîşan kir ku ji bo wê ya giring  ne tenê  ew e ku stranek bi zimanekî din bistirê; her weha ya giring ew e ku di performansa xwe de kompozîsyoneke organîk bi dest bixe

Zara dibêje ku ew dê di muzîka Kurdî de dê pêşve biçe, ku "her dem perçeyek ji wê bûye."

Zara Mihoyan li bajarê Rûsyayê Sankt Peterburgê di malbetek Kurdên Êzîdî de hatiye dinê. Dê û bavê wê piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ji Ermenistanê koçî Rûsyayê kirine.

Zara di sala 2016an de bû Hunermenda Aştiyê ya UNESCOyê.

Di çarçoveya çalakiyên xwe yên UNESCOyê de Zara her sal  bi beşdariya hunermendên ji neteweyên cuda Festîvala Muzîka Etnîkî organîze dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst