Dilêr Kemanger albûmeke nû derxist: ‘Kê Bêdar e?’

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Kê Bêdar e? Dilêr Kemanger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermend Dilêr Kemanger albûma xwe ya nû ya bi navê “Kê Bêdar e?” belav kir.

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Dilêr Kemanger li ser hesabê xwe yê Xê albûma xwe ya nû “Kê Bêdar e?” ragihand.

Albûma “Kê Bêdar e?/Kî Hişyar e?” li ser platformên muzîkê peyda bibe.

“Kê Bêdar e?” ji 7 stranên bi 3 zaraveyên Kurdî yên Soranî, Kelhûrî û Hewramî çend cureyên muzîkê pêk tê.

Ji bo her stranekê tabloyeke taybet heye.

Tablo ji aliyê 7 hunermendên Kurd ên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ve hatine amadekirin.

Forma fizîkî ya albûmê ji CDyeke darîn pêk tê ku bi karên hunerî yên sembolîk hatiye nexşandin.

Her wiha QR kodek jî li ser CDyê hatiye danîn ku muzîkhez dikarin skan bikin.

Dilêr Kemanger diyar kir ku albûm li ser kanalên wî yên Youtube û Telegramê hene.

Her wiha ji bo kirîna CDyê jî albûm li Hewlêrê, li Kewnara Galerî û Cafeyê û li Silêmaniyê jî li Wîna Cafe û Jan Breakfastê bi dest dikeve.

Komposeriya albûmê ji aliyê Dilêr Kemanger ve, mix û mastering ji aliyê Mecîd Kazimî ve û karê hunerî yê bergê albûmê jî ji aliyê Ouria Eyvak ve hatine çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst