Arjen Arî dê li Amedê were bibîranîn

17-11-2024
RÛDAW
Nîşan Arjen Arî Bibîranîn Amed Weşanên Sor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo bibîranîna helbestvanê navdar Arjen Arî, Weşanên Sor û malbata Arjen Arî dê bernameyekê li dar bixin.

Weşanên Sor û malbata Arjen Arî dê îro saet 17:30an li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoçê ya Amedê (ÇandAmed) di 12emîn salvegera wefata wî de bernameyeke çandî ji bo bibîranîna Arjen Arî saz bikin.

Di bernameyê de pêşangeha wêneyan, temaşekirina fîlma bi navê Bîraxaneyê, xwendina helbestan ku dê xelatgirên Pêşbaziya Helbesan a Arjen Arî bixwînin û konserên Mehmet Atli û Xalit Tarî jî dê hebin.

Weşanên Sor li ser hesabê xwe yê Xê bername bi vî awayî ragihand:

“Ji bo bibîranîna şairê gewre Arjen Arî, di 12emîn salvegera wefata wî de em wek Weşanên Sor û malbata Arjen Arî bernameyekê li dar dixin.

Û em dixwazin ku di vê roja giring û taybet de heval û dostên Arjen Arî, nûnerên saziyên Kurdan jî li cem me bin.”

Arjen Arî kî ye?

Arjen Arî 1ê Nîsana 1956an li herêma Omeriyan a li gundê Çalê yê Nisêbînê ji dayîk bûye.

Sala 1979an li Enstîtuya Perwerdeyê ya Amedê Beşa Zimanê Tirkî qedand.

Cara peşî li kovara Tîrêjê helbestên wî weşiyan.

Wekî gelek helbestvan û nivîskarên Kurd wî jî bi Tirkî dest bi helbestê kir.

Sala 1976an li Nisebînê ji ber belavkirina belavokekê hat girtin. Wê demê polîsan dest danî ser helbestên wî yên bi Kurdî û Tirkî, ew qasî hefteyekê girtî ma. Ew hat berdan lê helbestên wî heta niha jî girtî ne.

Piştî 12ê Îlonê ew li welêt ma, helbestên wî di kovarên li derveyî welêt ên wekî Berbang, Kurdistan Press, Nûdem, Çira, Pelîn û Rewşenê de hatin weşandin.

Sala 1992yan li navçeya Nisêbînê li ber deriyê mala xwe rastî êrişeke çekdarî hat û birîndar bû, ji mirinê filitî.

Piştî wê bûyerê li Amedê bi cih bû.

Helbestvan Arjen Arî ji ber nexweşiya penceşêrê 30ê Çiriya Pêşîn a 2012an koça dawî kir û gora wî li Goristana Yenîkoyê ya Amedê ye.

Pirtûkên wî ji aliyê çend weşanxaneyên cuda ve hatine çapkirin.

Cara ewil hemû helbestên wî bi hev re, wekî setekê ji aliye Weşanên Sor ve hatin çapkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst