Konsera hunermend Xecê ya li Qersê jî hat betalkirin

17-11-2024
RÛDAW
Nîşan Xecê Betalkirina Konseran Kurd Qers
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî Muş, Agirî,  Erzerom, Îdir û Aydinê konsera hunermenda Kurd Xecê ya li Qersê jî hat betalkirin.

Biryar bû hunermend Xecê îro li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê konserekê bide lê Parêzgariya Qersê bi hinceta nûjenkirina salonê, kursî û çend karûbarên teknîkî ew konser betal kir.

Hunermend Xecê doh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûna xwe nîşanî biryara parêzgariyê da û got:

“Ji bo konsera me ya dihat plankirin 17ê mehê li Qersê were sazkirin, salon berî bi mehan hatiye dayîn, hemû amadekariyên me hatine temamkirin û hemû biletên konsera me hatine firotin.

Me bihîst ku ji aliyê Parêzgariya Qersê ve bi hinceta nûjenkirina salonê, kursî û karûbarên teknîkî hatiye betalkirin.

Em vê yekê bi xemgînî bi we re parve dikin. Dê heqê biletên Konsera Qersê were vegerandin.

Ji bo piştgirî û têgihiştina hunerê em spasiya hemû hezkiriyên xwe dikin.

Tekez em dê di her şert û mercan de baweriya xwe ya bi hêza hevgirtina muzîkê biparêzin.”

Piştî ku 4ê mehê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hatin kirin, konser û çalakiyên hunermendên Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda tên betalkirin û qedexekirin.

Çend rojên borî konserên hunermend Xecê yên li parêzgehên Mûş, Agirî, Erzirom û  Îdirê yên Bakurê Kurdistanê û konsereke wê ya li bajarê Aydinê yê Tirkiyeyê jî hatibûn betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst