ÎDIR - Li ser perê kevokan û dendikan wêneyan çêdike

17-08-2019
RÛDAW
Nîşan Îdir Nîgarvan Murat Çeçen Kevok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Li bajarê Îdira Bakurê Kurdistanê nîgarvan Murat Çeçen li ser perê kevokan û dendikan wêneyên objeyên çand û hunera herêmê çêdike. 


Nîgarvan Murat Çeçen ku li Îdirê xwediyê atolyeyeke hunerê ye, li vir dersa çêkirina resman dide xwendekar û welatiyan.




Murat Çeçen ji bilî perwerdeyê, li ser perê kevokan û dendikan wêneyên berhemên ku li wê herêmê navdar in, çêdike. 


Çeçen ragihand ku ew demeke dirêj e bi karê hunerê re mijûl dibe û her roj xebateke cuda dike û got: “Ez li ser perê kevokan û dendikan piranî berhemên herêmê yên navdar çêdikim.”




Murat Çeçen dibêje: "Ez wêneyên xwe li ser objeyên mîkro yanê yên biçûk çêdikim. Armanca min nasandina berhemên herêmê ne. Min xwest li ser van objeyên biçûk çand û nirxên me çêbikim. Hem ji nav welêt hem jî ji welatên derva eleqeyeke mezin heye. Zehf sîparîş tên. Ez jî li gor daxwaza wan resman çêdikim û ji wan re dişînim. Min ji pereyê qezenc kir qismek ji bo zarokên gundan xerc kir. Min ji wan re melzemeyên qirtasiyê û ji bo zivistanê cil kirîn."




Çeçen da zanîn ku wî ji Wanê bo pêşangehekê ew vexwendiye û wiha pê de çû: "Niha xebatên me li pêşangehan tên nîşandan. Ji bajarên derdûdorê gelek kesan ji bo pêşangehan berhemên min xwestin. Min jî ji wan re şandin. Ev pêşangeh ji bo nasandina herêma me û geştyariyê jî dibe reklam. Gelek kes berhemên herêmê yên navdar bi saya pêşengehê dîtin. Ev jî ji bo nasandina çand û hunera ma tiştekî gelekî baş e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst