Merzî Ramosê straneke bi navê ‘Destê min bigire’ belav kir

20-04-2025
Hêmin Ebdullah
Merzî Ramos / Wêne: Ji dîmenan
Merzî Ramos / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Merzî Ramos Destê Min Bigire
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Stranbêja Kurd Merzî Ramosê straneke bi navê ‘Destê min bigire belav kir.

Merzî Ramos ne ji mêj ve dest bi stranbêjiyê kiriye lê dengê wê yê xweş bala her kesî kişandiye.

Ew li Amerîkayê dijî lê ji strangotina wê diyar dibe ku Kurdistan û awazên Kurdî di dilê wê de dijîn.

Merzî Ramos mêvana programa Diyasporayê bû û got, "Ez ji 5 saliya xwe ve ji stranbêjiyê hez dikim, ji wê demê ve ez stranan dibêjim."

Ramosê da zanîn ku ew beşdarî çend qursên perwerdeya deng û stranbêjiyê li Tirkiye û Amerîkayê bûye û got:

"Strana Destê min bigire berhema min a yekem e û min xweş dît ku bi Kurdî be.

Di pêşerojê de jî eger bibe, ez dê hewl bidim ku Îngilîzî jî tevlî bikim lê zimanê Kurdî nasnameya min e û ya ku ji bo min girîng e ew e ku ez çand û nasnameya Kurdî bilind ragirim."

Ramosê diyar kir ku ew heta 18 saliya xwe li Rojhilata Kurdistanê li gel stran û muzîka Kurdî jiyaye û wiha domand:

“Ez dixwazim bi Kurdî stranan bibêjim ji bo ku muzîka Kurdî bikeve nav lîsteyên gelên din."

Merzî Ramos di navbera 18 û 23 saliya xwe de li Tirkiyeyê bûye û pişt re di 23 saliya xwe de çûye welatê Amerîkayê.

Ew dibêje ku ev heşt sal in ew nehatiye Kurdistanê û ew dê kêfxweş bibe eger derfetek hebe qene serdana Kurdistanê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst