DÊRSIM - Hunermendê Kurd bi dengên xwezayê rehabîlîtasyonê dike

23-04-2025
Ali Haydar Gozlu
Bi dengên xwezayê rehabîlîtasyonê dike / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Bi dengên xwezayê rehabîlîtasyonê dike / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Dêrsim Huseyîn Umaysiz Çemê Munzûrê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Hunermendekî Kurd ê ku li Ewropayê dijî berê xwe daye warê xwe Dêrsima Bakurê Kurdistanê û li pey çand û kevneşopiya xwe digere.

Beriya 4 salan dema hunermend ê bi navê Huseyîn Umaysiz ji Belçîkayê çû serdana parêzgeha Dêrsimê, çiya, av û bi giştî xwezaya wê bala wî kişandiye û niha ew bi projeyekê vegeriyaye.

Hunermend Huseyîn Umaysiz li ser projeya xwe got:

“Min ji hevalên xwe re got li Kurdistanê, li Dêrsimê çemek heye û navê wê Munzûr e.

Mirovên li wê derê hîn jî bi xwezayê re dijîn û pêwendiyeke wan a rasterast heye.

Ji ber ku baweriya wan oleke xwezayê ye.

Wate dar pîroz in, kevir pîroz in û av pîroz e.

Çîrokên xwe li ser van dibêjin. Av ne tenê av e û dar û kevir ne tiştên ku tên xuyakirin in.

Min got ez dixwazim lêkolînê bikim, ji ber ku zanebûnek li wê derê heye.”

Hunermend bi rêbazên balkêş, bi dengê Çemê Munzûrê û dengên din ên di nava xwezayê de hewl dide careke din pêwendiya mirov û xwezayê bihêz bike.

Welatî Ayten Yeşîltaşê anî ziman:

“Îro li Munzûrê, li ser ava Munzûrê, li ser doşekê ez bi Munzûrê re herikîm.

Ezmûneke xweş bû. Ez û Munzûrê axivîn û me birînên xwe derman kirin.

Me derdê xwe ji hev re got.”

Fetiye Tosuna ku ji bo ceribandina projeyê çûbû Dêrsimê da zanîn:

“Bi Munzûrê re careke din me pêwendiya xwe ava kir.

Çend roj berê ji ava Munzûrê me havênê mast çêkir.

Ev ji bo min tiştekî nû bû. Me bihîstibû berê mezinên me çêkirine lê ji bo min cara yekem bû.”

Hunermendê Kurd Huseyîn Umaysiz diyar kir ku armanca projeya wî xwedîlêderketina li nirxên çandî û pîroziyên baweriya Elewiyan e û bi hunera xwe dê zanista heyî zindî bike.

“Me av anî û pê şîr havên kir”

Hunermend Huseyîn Umaysiz her wiha anî ziman:

“Jinekê got berê me ji çemê Munzûrê av digirt û bi wê avê mast çêdikir.

Ji min re tiştekî pir balkêş bû. Ji ber ku min qet nebihîstiye bi avê mast çêdibe.

Hejmarek welatî beroş û xewliyên xwe anîn û em çûn ba sitûnê ku pîroz tê dîtin.

Me av anî û pê şîr havên kir. Bi kelecan heta sibehê em li bendê man û serê sibehê me dît ku mastê me çêbûye.”

Huseyîn Umaysiz kurê malbateke Dêrsimî ye ku wan koçî parêzgeha Çorumê ya Tirkiyeyê kiriye û piştî wê jî li Belçîkayê bi cih bûne.

Umaysiz piştî ku projeya wî ya derbarê Çemê Mûnzûrê hatiye qebûlkirin sala 2024an berê xwe daye Dêrsimê û kar û xebatên xwe berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst