Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê, yekem car ji aliyê Yekîtiya MESAMê ve “Komxebata Pirsgirêkên Telîfê û Pêşniyarên Çareseriyê ya Muzîka Kurdî” li Stenbolê, li salona otêleke bi beşdariyeke mezin hat lidarxistin.
Saziya MESAMê girêdayî Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ye.
Di komxebatê de mafên telîfê yên berhemên ku bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî û Soranî ya muzîka Kurdî hatine afirandin, ji aliyê akademîk, hiqûqî û çandî ve hatin nirxandin.
Bi saya komxebatê gelek stranbêj û hunermendên Kurd hatin bav hev û ji Rojava û Herêma Kurdistanê jî hunermend û akademisyen beşdar bûn.
“Rojeke dîrokî ye”
Endamê Rêveberiya MESAMê Ferzende Kaya ji Rûdawê re da zanîn ku ji bo muzîka Kurdî rojekî dîrokî ye.
Ferzende Kaya wiha got:
“MESAM di warê mafên telîfa muzîkê de li cihana komeleya herî mezin e. 15 hezar endamên wê hene, jê 4 hezar Kurd in.
Nêzikî 100 hezar repertuara Kurdî; Kurmancî, Soranî û Kirmanckî di bin qeydê de ne.
Mixabin heta niha ji aliyê MESAMê ve komxebateke wiha li ser mafên muzîka Kurdî nehatibû kirin.
Em dixwazin li ser pirsgirêkên telîfa muzîka Kurdî kar bikin û li rêyên çareseriyê bigerin.”
Saziya MESAMa ku girêdayî Wezareta Çandê ye, bi vê komxebatê mafên telîfê yên berhemên ku bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî û Soranî ya muzîka Kurdî hatine afirandin, ji aliyê akademîk, hiqûqî û çandî ve nirxand.
Hunermendên Kurd ên beşdar jî ji Rûdawê re axivîn û behsa girîngiya komxebatê û mafên telîfa muzîka Kurdî kir.
“Ji ber ku dewleta me nîne her tiştê me ji hev hatiye belavkirin”
Hunermenda Kurd Nîlufer Akbalê got:
“Em dixwazin ji vê komxebatê encameke baş derkeve. Li ser telîfa muzîka Kurdî xebatên wiha girîng in.
Lewra, mixabin ji ber ku dewleteke me nîne, her tiştê me ji hev hatiye belavkirin û hatiye zîyankirin.”
Hunermend Vedat Baran jî got:
“MESAM heta niha em û zimanê me ji bîr kiribû. Bi saya xebatên wiha qe nebe dê muzîka me neye jibîrkirin.”
Bi saya komxebatê gelek stranbêj û hunermendên Kurd ên wek Nîlufer Akbal, Ayfer Duzdaş, Rewşan, Tara Mamedova, Babetna, Hîvron, Dengbêj Kazo, akademîsyenên beşa Kurdolojiyê, parêzer û pisporên telîfê hatin ba hev.
Ji Rojava û Herêma Kurdistanê jî hunermend û akademisyen beşdar bûn.
“Em wekî muzîsyenên Kurd nizanin çi tê serê stranên me”
Hunermenda Tara Mamedovayê jî got:
“Bi salan e em wekî muzîsyenên Kurd nizanin çi tê serê stranên me. Ji loma jî ev karekî pir hêja ye. Hesteke pir xweş e ku em muzîsyenên Kurd wiha hatin cem hev.”
Solîstê Koma Babetnayê Ciwan Ayaz jî got:
“Muzîka Kurdî ya bajarî di nava 20-30 salan de gihişte girseke pir mezin.
Ji loma jç hewce bû beriya 20 salan ev komxebat bihata kirin. Lê dîsa jî ev kar pir hêja ye.”
Berpirsên MESAMê didin zanîn ku ew bi vê komxebatê deriyên serdemeke nû ji bo muzîka Kurdî vedikin û ew plansazî dikin ku projeyeke nû ya li ser mijara mafên telîfa muzîka Kurdî bidin destpêkirin.
Di dawiya komxebatê de dengbêj bi stran û klaman dilê beşdaran geş kirin.
Bernameya ku 17ê Nîsanê rojekî ajot, bi dayîna sertîfîkayan bi dawî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse