ÎDIR - Tedbîrên nexweşiya sorikê hatin zêdekirin

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Îdir Sorik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê tedbîrên nexweşiya sorikê hatin zêdekirin û li hewşa nexweşxaneyê kon hat vedan.

Rêveberiya Tenduristiyê ya Îdirê ji bo rê li ber belavbûna nexweşiya sorikê were girtin xebat da destpêkirin û tedbîr wergirtin.

Di çarçoveya tedbîrên nexweşiya sorikê de li hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Nevruz Erezê ya Îdirê konê kontrolê hat vedan.

Kesên ji ber nexweşiya sorikê diçin nexweşxaneyê di nav kon de tên dermankirin û derziya sorikê li wan tê dayîn.

Herwiha beşên îzolasyonê hatine avakirin û çavdêriya kesên bi sorikê dikevin tê kirin.

Ji aliyê din ve bijîşkekî ku di encama pişkinînan de diyar bû bi sorikê ketiye di beşa îzolasyonê de tê girtin û çavdêrîkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst