ÎDIR - Agir bi lodê ket: 4 hezar gurz giya şewitî

29-02-2024
Nîşan Îdir Giya Şewitîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdirê agir bi loda giyê ket û 4 hezar gurzên giyê şewitîn.

Li taxa Konakliyê ya Îdirê ji ber sedemeke nediyar, agir bi loda giyê ya Abdulselam Galîtekîn ket.

Li ser xeberê ekîbên agirvemirandinê û tîmên Şaredariya Îdirê çûn herêmê da ku agir vemirînin.

Bi midaxeleya ekîban agir hat vemirandin lê heta ku hat temirandin 4 hezar gurz giya şewitî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst