Serlêdana berbijêrên DEM Partiyê yên Îdirê hat qebûlkirin

28-02-2024
RÛDAW
Nîşan Îdir Mehmet Nurî Guneş Emîne Yondem Kartal DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nerazîbûnan serlêdana berbijêrê DEM Partiyê yê şaredariya Îdirê Mehmet Nurî Guneş û berbijêra bajarokê Xweşxeberê Emîne Yondem Kartal hat qebûlkirin.

Roja Duşemê Komîsyona Hilbijartinê ya Îdirê serlêdana berbijêrê DEM Partiyê yê Şaredariya parêzgeha Îdirê Mehmet Nurî Guneş û berbijêra bajarokê Xweşxeberê Emîne Yondem Kartal red kiribû.

Piştî biryarê dengder û alîgirên DEM Partiyê yên Îdîrê nerazîbûn nîşan dabû û daketibûn kolanan.

Her di berbijêrên DEM Partiyê jî derbarê mijarê îtîraz kiribû.

Komîsyona Hilbijartinê ya Îdirê îro li ser îtîrazên Mehmet Nurî Guneş û Emîne Yondem Kartal civiya.

Komîsyona navborî serlêdanên her du berbijêran jî qebûl kirin û biryar da ku ew dikarin beşdarî hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an bibin.

Piştî biryarê Mehmet Nurî Guneş û Emîne Yondem ligel hejmarek berpirs, endam û alîgirên DEM Partiyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

“Îro li vê derê edalet bi cih hatiye”

Endamê Komîsyona Hilbijartinê yê DEM Partiyê Mehmet Çîrka  ragihand ku bi vê biryara nû demokrasî bi serketiye û got, “Îro li vê derê edalet bi cih hatiye. Bi xêr û xweşî be.”

Parlamenterê Îdîrê yê DEM Partiyê Yilmaz Hun jî balkişand ser karvedanên xelkê Îdîrê yên piştî biryara redkirina berbijêriya berbijêrên wan û got:

“Van karvedanan bandorên xwe hebûn. Em dê ji bo hilbijartinan kolan bi kolan bigerin û kar bikin.”

“Em dê herkesî hembêz bikin”

Berbijêrê Şaredariya Îdîrê Mehmet Nurî Guneş jî ku ji ber 8 sal û 9 neh cezayê wî yê di doza KCKyê de berbijêriya wî hatibû redkirin jî axivî û got:

“Me çawa dest pê kiribe û anîbe vê astê em dê ji niha û şûnde jî herkesî hemêz bikin.

Em dê bi awayekî mirovî nêzîkî herkesî bibin. Ez soz didim ku em dê pirsgirêkên mirovî bi rêbazên mirovî çareser bikin.

Piştî axaftina Guneş denger, alîgir û berpirsên DEM Partiyê biryara qebûlkirina îtîraza berbijêrên wan bi govend û dîlanan pîroz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst