AMED – Kirêgirtina xaniyan bûye derdekî bêderman

29-10-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê êdî xaniyên ji bo kirê bi dest xelkê nakevin
Li Amedê êdî xaniyên ji bo kirê bi dest xelkê nakevin
Nîşan Amed Xanî Kirê Kirêya Xaniyan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê buhayê kirêkirina xaniyan bûye derdekî bêderman.

Hin welatî hene 4-5 meh in li xaniyekî kirê digerin lê hêj bi dest nexistine.

Xaniyên kirê ketine bazara reş. Di ser de jî buhayê zêde ya kirêyan...

Xelk li hemberî vê rewşê gelek gazinan dike. Ew dixwazin dewlet bi destê xwe xaniyan çêke û bi erzanî bide xelkê.

Erdogan Kardaş ajokarê texsiyê ye. Ew 5 meh in ji rêwiyan zêdetir çavên xwe li xaniyên kirê digerîne.

Lê heta niha jî xaniyê kirê bi destê wî neketiye. Li ser tu xaniyek nivîsa “kirê” li ber çavên wî nakeve.

Kirêcî Erdogan Kardaş ji Rûdawê re got:

“Ez geriyam min 4-5 mehan xanî nedît. Mecbûr ez di wî xaniyê tê de me dimînim. Em nikarin xanî bibînin. Ê heye jî xwediyê xaniyan nadin. Dibêjin 20 hezar 30 hezar lire. Ka em ê ji ku bînin vî pereyi?”

Li Amedê kirêkirina xaniyan bûye derdekî bêderman. Yan xanî bi dest nakevin an jî dema xanî peyda bibe jî buhayê wê pir zêde ye.

Mûçeya herî kêm 11 hezar lîre ye lê  kirê 15 hezar lîre ye

Welatî Hakan Adem got, “Niha xanî li Amed nînin. Xwediyê xanî ji kirêciyan re dibêjin kirêya te 2 hezar lîre ye, ez dikim 15 hezar lîre. Qebûl dikî di xanî de bimîne ger qebûl nakî derkeve. Mûçeya herî kêm 11 hezar lîre ye, kirê 15 hezar lîre. Ka dê kirêcî çawa vî pereyî bidin?”

Welatî Zahîde Doguş jî got, “Kirê liv ir pir buha ye. Herkes nikare bide. Xaniyên herî pîs 5-6 hezar lîre ne. Ew jî ji tiştekî re nabe. Ên normal 10 hezar lîre ne.”

“Milet birçî ye”

Welatî Mihemed Şah jî got, “Milet birçî ye. Nikarin nan bistînin. Kirê di nava salekî de 3-4 qat zêde bû. Tiştekî gelek zor e.”

Burhan Dîllî jî bi salan e şêwirmendiya kirîn, firotin û kirêkirina xaniyan dike lê tu carî evqas neketiye tengasiyê.

Ji ber ku xaniyên vala nînin, ew jî demeke dirêj e pere qezenç nake.

Şêwirmendê Bazara Xaniyan Burhan Dîllî got:

“Berê li Amedê 500 mutahîd hebûn lê niha tenê 50 mutahîd mane. Xanî têr nakin. Xanî pir kêm lêdikin. Milet niha çi bike? Wê rojê yek hatiye ji bo eşyayê xwe ji min embarek xwest, min kir û nekir peyda nekir. Xelk nikare cihekî ku eşyayê xwe bixê peyda bike.”

Li gorî amarên ku Saziya Statîstîka Tirkiyeyê belav kirine, di meha îlonê de li Amedê tenê hezar û 808 xanî hatine firotin.

Ev jî nişan dide ku ne tenê kirêkirin, kirîn û firotin jî de rewşeke xirab de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst