AMED - Gelek zerermendên erdhejê nikarin xaniyan wergirin

27-11-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Li Amedê hin zerermendên erdhejê hîn jî xanî wernegirtine
Li Amedê hin zerermendên erdhejê hîn jî xanî wernegirtine
Nîşan Amed Erdhej Xanî TOKÎ
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê hikûmetê ji bo kesên ku di erdhejê de xaniyên wan xira bûne yan jî xisareke mezin dîtine bi rêya TOKÎyê ji 6 hezarî zêdetir xanî lêkirin.

Beşeke mezin a wan xaniyên TOKÎyê radestî malbatan hatin kirin.

Lê derkete holê ku bi sedan kes ji ber pirsgirêka nebûna topayan, destguhertina topayan an jî pirsgirêkeke din nekarîne ji TOKÎyê xanî wergirin.

Ji bo ku bibin xwediyê xanî gelek kes berê xwe didin AFADê û îtiraz dikin û li wê saziyê navê xwe dinivisînin.

Abdullah Dalan jî yek ji zeremendê erdhejê ye. Ji ber ku tapoya wî ne li ser navê wî bûye û piştî erdhejê tapoya xwe girtiye ser navê xwe, heta niha jê re xanî derneketiye.

Ji ber vê yekê ew ji bo serlêdanê berê xwe daye Birêvebiriya Karesat û Bobelatan AFADê.

“Ne kirêyek ne tiştekî dan me”

Zerermendê erdehejê Abdullah Dalan got:

“Tapoya min li ser xwîşka min bû. Ji min re got here tapoya xaniyê xwe wergire. Ew jî mexdûr bû.

Ji ber vê yekê min tapoya xwe girt. Ji ber xisar dîtibû xaniyê me tev anîn xwarê, xira kirin.

Ne kirêyek ne tiştekî dan me. Xanî jî nedan me. Ez neçar mam lêxim biçim gund li mala bavê xwe bimînim.

Cihê wî jî teng e. Ez dê bi kû derê ve herim?”

Bi sedan kesên ku nekarîne ji TOKÎyê xanî wergirin berê xwe didin AFADê. Hola AFADê û derveyî wê, ji ber serlêdanan tijî bûye. Her kesek çîrokeke wan a cuda heye.

Mehmet Karahan muxtarê Taxa 5ê Nîsanê ye û her roj gelek kes ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe diçin ba wî.

Di nava wan kesan de kesên ku ji TOKÎyê xanî wernegirtine jî hene.

Zerermend Hacî Salih Oruç  got, “Me xwe qeyd kir, me navê xwe nivîsand.”

Zeremend Emîn Îçenê jî got, “Xaniyê me ku xira bûne, em hatine serlêdan bikin. Goya dê ji me re çêke. Derdê me ew e.”

“Pirsgirêka me hîn jî çareser nekirina”

Zerermendekî din Mhemet Sansarkan jî got, “Ez ji bo TOKÎyê hatime. Ev bû 10-11  car in ez têm vê derê hîn jî çareser nekirine.”

Muxtat Mehmet Karahan jî derbarê mijarê wiha got:

“Li Baglarê jî 150 kes hene ku xaniyên wan wisa ne. Mesela bibêjim tapoya te li ser birayê te ye yan jî ya wî li ser yekî din e, ev hemû hatine redkirin.”

6ê Sibata 2022yan li Mereşê erd hejiya bû û 11 bajaran dabû ber xwe.

Li Amedê jî 7 avahî hilweşiyabûn û 409 kesan canê xwe ji dest dabû. Li tevahiya bajêr 5 hezar û 484 xaniya zerer dîtibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst