Mûçeya herî kêm eşkere bû!

27-12-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mûçeya Herî Kêm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan, mûçeya herî kêm ya sala 2024an bi daxuyaniyekê ragihand.

Hat ragihandin ku ji 1ê Kanûna Paşîna 2024an şûnve dê mûçeya herî kêm bibe 17 hezar û 2 lîre.

Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî yê Tirkiyeyê Vedat Işikhan ji bo mûçeya herî kêm a sala 2024an daxuyanî da.

Işikhan diyar kir ku “Komîsyona Tespîtkirina Mûçeya Herî kêm” xebatên xwe yên ji bo diyarkirina mûçeya herî kêm temam kirine.

Işikhan di berdewamiya axaftina xwe de got:

“Ev pêvajo li ser bingeha lihevhatineke hevpar hatiye meşandin. Ji ber xebata wan jî ez spasiya hemû aliyên pêwendîdar dikim.

Ez berê spasiya Serokkomarê me Recep Tayyip Erdogan dikim.

Mûçeya herî kêm a ku dê di sala 2024an de derbasdar be wekî 17 hezar û 2 lîre hat diyarkirin ku 700 lîreyên wê jî piştgiriya mûçeya herî kêm e.”

Turk-Îş: Daxwaza me 18 hezar lîre bû

Serokê Turk-Îşê Ergun Atalay derbarê mûçeya herî kêm a ku hatiye ragihandin got:

“Me beriya 2 demjimêran jî hejmara fermî parve nekir. Daxwaza me 18 hezar lîre bû.

Herwiha me dixwest di nava salekê de 2 caran muzakere bên kirin.

Hejmara hatiye parvekirin 17 hezar lîre ye. Heya ku enflasyon nesekine, em nikarin daxwaza mûçeya herî kêm careke din bi cih bînin.”

TÎSK: Me ji bo peywendîdaran hewleke zêde da

Serokê TÎSKê Ozgur Burak Akkol got:

“Em pêvajoya dirêj û dijwar li pey xwe dihêlin. Me ji bo berjewendiya hemû aliyên xwe herî zêde hewl da.

Mûçeya herî kêm mûçeyeke bingehîn e, divê maqûl be. Divê armanca me zêdekirina mûçeya navîn be.

Ez ji bo piştgiriya mûçeya herî kêm jî spas dikim. Em dê êdî li ser enflasyonê bisekinin.”

Erdogan daxuyanî da

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî eşkerekirina mûçeya kêmane li ser medyaya civakî daxuyanî da.

Erdogan di parvekirina xwe de got:

“Mûçeya herî kêmdi sala nû de ji sedî 49 lîre zêde bû. Ango mûçeya kêmtirîn bû 17 hezar û 2 lîreyên Tirkî.

Ji bo welatê me û gelê me li ser xêrê be.”

Niha mûçeya herî kêm 11 hezar û 402 lîre ye

Niha li Tirkiyeyê mûçeyê herî kêm 13 hezar û 414 lîre û 50 quruş e. Eger em bac û daxistinan li ber çav bigirin mûçe dibe 11 hezar û 402 lîre û 32 quruş.

Bi tevahî lêçûna mûçeya herî kêm a ji bo karkerekî 15 hezar û 762 lire û 4 quruş e.

Ji vê yekê 13 hezar û 414 lîre û 50 lîre mûçeya herî kêm a safî ye, 2 hezar û 79 lîre û 25 lîre jî prîmên sîgortaya civakî, 268 lîre û 29 quruş jî prîmên bîmeya bêkariyê ya kardêran e.

Mûçeya herî kêm a 5 salên dawî:

•2019: 2 hezar û 20 lîre

•2020: 2 hezar û 324 lîre

•2021: 2 hezar û 825 lîre

•2022 Kanûna Paşîn: 4 hezar û 253 lîre

•2022 Tîrmeh: 5 hezar û 500 lîre

•2023 Kanûna Paşîn: 8 hezar û 506 lîre

•2023 Tîrmeh: 11 hezar û 402 lîre

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst