Karker daxwaza zêdekirina mûçeyan dikin, karsaz dê karkeran ji kar derxin

26-12-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Mûçeya Herî Kêm
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Mijara diyarkirina mûçeya herî kêm a sala 2024an hîn jî di rojeva Tirkiyeyê de ye.

Tevî 2 civînên hatine kirin heta niha jî biryara dawî li ser mûçeyan nehatiye dayin.

Li aliyekî karker û xebatkar dixwazin mûçe werin zêdekirin lê karsaz jî dibêjin zêdekirina mûçeyan dê bibe barekî girantir û ihtimal heye ku ew êdî nekarin mûçeyên karmend û xebatkarên xwe bidin.

Wekî zêdetirî 7 milyon karker û xebatkarên ku bi mûçeya herî kêm dixebitin çavê vî xebatkarî jî li biryara komisyona diyarkirina mûçeya herî kêm a sala 2024an e.

Ciwanê bi navê Yigit Akyuz li restorantekê bi 11 hezar û 402 lîreyan dixebite.

Akyuz mehê derdora 1800 lîreyî dide rê, 6 hezar lîreyan dide kirê, 2 hezar lîreyan dide fatureyan ji bo xwarin û vexwarina wî tene 1600 lîre dimînin.

“Ez hîn ciwan im û dixebitim jî lê ez nikarim hemû pêdiviyên xwe dabîn bikim”

Xebatkar Yigit Akyuz got, “Li gorî rewşa heyî li gorî kirê û fature û xerciyan û bi taybet li gorî kirêyan ez dibêjim mûçeya herî kêm pêwîst e 16 hezar û 500 lîre be.

Pêwîst e em bi pereyekî kêmtir bikarin pêvidiyên xwe dabîn bikin lê em niha pereyekî zêde didin û kêm tişta pê dikirin.

Ez hîn ciwan im û dixebitim jî lê ez nikarim hemû pêdiviyên xwe dabîn bikim.”

Komisyona diyarkirina asta herî kêm ya mûçeya sala 2024an ku ji 15 kesan pêk tê heta niha 2 civîn pêk anîne lê ti biryar nehatine dayîn.

Vedat Aydin jî xwediyê restorantekê ye û mûçeyên 45 xebatkaran dide.

Bi gotina wî eger hikûmet mûçeyan gelekî zêde bike yan ew dê bihayan zede bikin an jî hejmara karmendan kêm bikin.

“Ez dê neçar bim karkeran ji kar derxim”

Karsaz Vedat Aydin wiha anî ziman, “Xerciya karkerekî ji bo me niha 17 hezar û 500 lîre ye.

Eger mûçe were zêdekirin xerciya her xebatkarekî dê bibe 23 hezar û 500 lîre.

Ew jî dê barê me girantir bike. Em jî dê neçar bin ji bo ku mûçeyên karkeran bidin bihayê xwarinê zêde bikin.

45 xebatkarên min hene eger ez nikaribim mûçeyên wan bidim ez neçar im ku hinekan ji wan ji kar derxim.”

Hikûmeta Tirkiyeyê dê heta dawiya vê mehê rêjeya zêdekirina asta herî kêm a mûçeyê sala 2024an aşkere bike.

Sendika daxwaza derdora 16 heta 17 hezar lireyan dikin.

Li gorî zanyariyan plana hikûmetê jî ew e ku mûçe derdora 14 heta 15 hezar lîreyan bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst