Rêjeya zêdekirina mûçeyên karmendan diyar bû

31-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Mûçe Zam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Navbeynkariya Karmendên Hikûmî derbarê rêjeya zêdekirina mûçeyên karmendan biryara xwe da.

Li gorî biryarê mûçeyên fermanberan şeş mehên destpêkê yên sala 2024an ji sedî 15 û şeş mehên dawî jî ji sedî 10 bê zêdekirin.

Li gorî heman biryarê dê şeş mehên destpêkê yên sala 2025an ji sedî 6 û şeş mehên dawî yên sala 2025an ji sedî 5 bê zêdekirin.

Di navbera sendîkayên fermanberên hikûmî û desthilatê de hevdîtinên diyarkirina mûçeyan ên roja 1ê Tebaxê dest pê kirin bê encam bûn.

“Lijneyê rêjeya mûçeyan di asta ku desthilatê dixwest de zêde kir”

Biryara dawî ya rêjeya zêdekirina mûçeyan îro ji aliyê Lijneya Navbeynkariya Karmendên Hikûmî hat dayîn.

Lijneya Navbeynkariya Karmendên Hikûmî, rêjeya mûçeyan di asta ku desthilatê dixwest zêde kir.

Sendîkayan daxwaza ji sedî sed kiribû

Sendîkayên karmendan bi giştî daxwaza ji sedî sed û zêdetir dikirin.

Lijneya Navbeynkariya Karmendên Hikûmî biryar da, mûçeyên fermanberan bo 6 mehên destpêkê yên sala 2024an ji sedî 15 û şeş 6 mehên dawî yên sala 2024an ji sedî 10 bê zêdekirin.

Bi heman biryarê şeş mehên destpêkê yên sala 2025an ji sedî 6 û bo şeş mehên dawî yên sala 2025an ji sedî 5 bê zêdekirin.

Sendîkayên fermanberên hikûmî û desthilatê li ser rêjeya mûçeyan li hev nekiribûn û hevdîtin rawestiyabûn.

 Piştî rawestandina hevdîtinan mijar ji Lijneya Navbeynkariya Karmendên Hikûmî ma.

Her du alî neçar in pabendî biryara Lijneya Navbeynkariya Karmendên Hikûmî bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst